|
| 1 |
|
| Kurên Îsraêl: Rûbên, Şimûn, Lêwî, Cihûda, Îssexar, Zevûlon, |
|
| 2 |
|
| Dan, Ûsiv, Binyamîn, Neftelî, Gad û Aşêr. |
|
| 3 |
|
| Kurên Cihûda: Êr, Onan û Şêla. Her sê ji keça Şûaya Kenanî çêbûn. Êrê kurê pêşî yê Cihûda, di çavê Xudan de xerab bû, loma Xudan ew kuşt. |
|
| 4 |
|
| Tamara bûka wî jê re Peres û Zerah anîn. Tevahiya kurên Cihûda pênc in. |
|
| 5 |
|
| Kurên Peres: Hesron û Hamûl. |
|
| 6 |
|
| Kurên Zerah: Zîmrî, Êtan, Hêman, Kalkol û Darda. Tevahiya wan pênc kes bûn. |
|
| 7 |
|
| Kurên Karmî: Exanê ku derbarê tiştên hatin veqetandin de, bi Xudan re nedilsoz bû. |
|
| 8 |
|
| Kurê Êtan: Ezarya. |
|
| 9 |
|
| Kurên Hesron: Yerahmeyêl, Ram û Kalêv. |
|
| 10 |
|
| Ram bavê Emmînadav bû. Emmînadav bavê Nahşonê serekê Cihûdayê bû. |
|
| 11 |
|
| Nahşon bavê Salma bû. Salma bavê Bowaz bû. |
|
| 12 |
|
| Bowaz bavê Ovêd bû. Ovêd bavê Yêşa bû. |
|
| 13 |
|
| Heft kurên Yêşa çêbûn: Yê pêşî Êliyav, yê diduyan Avînadav, yê sisêyan Şîma, |
|
| 14 |
|
| yê çaran Natanêl, yê pêncan Radday, |
|
| 15 |
|
| yê şeşan Osem û yê heftan Dawid. |
|
| 16 |
|
| Xwişkên wî Serûya û Avîgayil bûn. Sê kurên Serûyayê hebûn: Avîşay, Yoav û Esahêl. |
|
| 17 |
|
| Avîgayilê Emasa anî. Bavê Emasa, Yeterê Îsmaîlî bû. |
|
| 18 |
|
| Zarokên Kalêvê kurê Hesron ji jinên wî Ezûvayê û Yerîotê çêbûn. Kurên jina wî: Yêşer, Şovav û Ardon. |
|
| 19 |
|
| Piştî ku Ezûva mir, Kalêv ji xwe re Efrat anî û wê jê re Hûr anî. |
|
| 20 |
|
| Hûr bavê Ûrî bû. Ûrî bavê Besalêl bû. |
|
| 21 |
|
| Piştre Hesron bi keça Maxîrê bavê Gîlad re raza. Ew pê re di şêst saliya xwe de zewicî bû. Jinikê Segûv jê re anî. |
|
| 22 |
|
| Segûv bavê Yayîr bû. Li welatê Gîladê bîst û sê bajarên wî hebûn. |
|
| 23 |
|
| Lê Geşûr û Aram, bajarên Yayîr û Qenat standin ku 60 gund û bajarokên wan hebûn. Tevahiya wan, ji ziriyeta Maxîrê bavê Gîlad bûn. |
|
| 24 |
|
| Piştî ku Hesron li Kalêv-Efratayê mir, Aviyaya jina wî Aşxûrê avakarê Teqoayê jê re anî. |
|
| 25 |
|
| Kurên Yerahmeyêlê kurê pêşî yê Hesron: Kurê pêşî Ram, Bûna, Oren, Osem û Ahiya. |
|
| 26 |
|
| Jineke din a Yerahmeyêl hebû û navê wê Etara bû. Ew diya Onam bû. |
|
| 27 |
|
| Kurên Ramê kurê pêşî yê Yerahmeyêl: Maes, Yamîn û Êqer. |
|
| 28 |
|
| Kurên Onam: Şammay û Yade. Kurên Şammay: Nadav û Avîşûr. |
|
| 29 |
|
| Navê jina Avîşûr, Avîhayîl bû û wê jê re Ahban û Molîd anîn. |
|
| 30 |
|
| Kurên Nadav: Seled û Appayîm. Seled bêzarok mir. |
|
| 31 |
|
| Kurê Appayîm Yîşî bû. Kurê Yîşî Şêşan bû. Kurê Şêşan Ahlay bû. |
|
| 32 |
|
| Kurên Yadeyê birayê Şammay Yeter û Yonatan bûn. Yeter bêzarok mir. |
|
| 33 |
|
| Kurên Yonatan: Pelet û Zaza. Ew ji ziriyeta Yerahmeyêl bûn. |
|
| 34 |
|
| Kurên Şêşan tunebûn, tenê keçên wî hebûn. Xulamekî Şêşan ê Misrî hebû û navê wî Yarha bû. |
|
| 35 |
|
| Şêşan keça xwe wek jin da xulamê xwe Yarha. Wê jê re Ettay anî. |
|
| 36 |
|
| Ettay bavê Natan bû. Natan bavê Zavad bû. |
|
| 37 |
|
| Zavad bavê Eflal bû. Eflal bavê Ovêd bû. |
|
| 38 |
|
| Ovêd bavê Yêhû bû. Yêhû bavê Ezarya bû. |
|
| 39 |
|
| Ezarya bavê Heles bû. Heles bavê Êlesa bû. |
|
| 40 |
|
| Êlesa bavê Sîsmay bû. Sîsmay bavê Şallûm bû. |
|
| 41 |
|
| Şallûm bavê Yeqamya bû. Yeqamya bavê Êlîşama bû. |
|
| 42 |
|
| Kurên Kalêvê birayê Yerahmeyêl: Kurê pêşî Mêşa yê avakarê Zîfê û Marêşayê avakarê Hevronê. |
|
| 43 |
|
| Kurên Hevron: Qorax, Tappûah, Reqem û Şema. |
|
| 44 |
|
| Şema bû bavê Yorqoamê bavê Raham û Reqem bû bavê Şammay. |
|
| 45 |
|
| Maon kurê Şammay û avakarê Bêtsûr bû. |
|
| 46 |
|
| Eyfaya cariyeya Kalêv, Haran, Mosa û Gazêz anîn û Heran bû bavê Gazêz. |
|
| 47 |
|
| Kurên Yahday: Regem, Yotam, Gêşan, Pelet, Eyfa û Şaef. |
|
| 48 |
|
| Maexaya cariyeya din a Kalêv, Şever û Tîrhana anîn. |
|
| 49 |
|
| Wê Şaefê avakarê Madmannayê û Şewayê avakarê Maxbênayê û Gîvayê jî anîn. Keça Kalêv jî hebû ku navê wê Exsa bû. |
|
| 50 |
|
| Kurên Kalêv ev bûn: Kurên Hûrê kurê pêşî yê Efrat ev bûn: Şovalê avakarê Qîryat-Yearîmê, |
|
| 51 |
|
| Salmayê avakarê Bêtlehemê û Harêfê avakarê Bêtgadêrê. |
|
| 52 |
|
| Şovalê avakarê Qîryat-Yearîmê bavê Haroeyiyan û nîvê Menûhotiyan bû. |
|
| 53 |
|
| Binemalên Qîryat-Yearîmê: Yattîrî, Pûtî, Şûmatî û Mîşrayî. Ji wan Sorayî û Eştaolî jî zêde bûn. |
|
| 54 |
|
| Ziriyeta Salma: Bêtlehemî, Netofayî, Etrot-Bêtyoavî, nîvê Manahatî û Sorî. |
|
| 55 |
|
| Binemalên nivîsendeyên ku li Yabêsê rûdiniştin, ev bûn: Tîratî, Şîmatî û Sûxatî. Ew Qêniyên ji ziriyeta Hammatê bavkalê Mala Rêxav in. |
|
|
|
|