|
| 1 |
|
| Bîldadê Şûahî lê vegerand û got: |
|
| 2 |
|
| “Gelo tê heta kengê nêçîrvaniya peyvan bikî? Werin fêmdar bin ku em piştre biaxivin. |
|
| 3 |
|
| Çima em wekî heywanan tên hesibandin? Çima em li ber çavê te ehmeq in? |
|
| 4 |
|
| Tu ji ber hêrsa xwe perçe perçe dibî! Ma ji bo xatirê te wê terka dinyayê bê kirin? An wê zinar ji cihê xwe bên rakirin? |
|
| 5 |
|
| “Rast e, ronahiya xeraban ditefe Û pêta agirê wan ronî nake. |
|
| 6 |
|
| Ronahiya li konên wan tarî dibe Û qendîla li ba wan ditefe. |
|
| 7 |
|
| Hêza gavên wan kêm dibe, Pîlanên wan, wan li erdê dixe. |
|
| 8 |
|
| Erê lingên wan, wan dixe torê, Li ser dafikan birêve diçin. |
|
| 9 |
|
| Dafik pehniya wan digire, Kemîn wan zevt dike. |
|
| 10 |
|
| Hilboq ji bo wan di axê de hatine veşartin Û li ser rê kemînek heye. |
|
| 11 |
|
| Tirs û saw hawirdora wan dipêçin Û li pey pehniya wan dikevin. |
|
| 12 |
|
| Xela hêza wan dixwe, Felaket li benda terpilîna wan dimîne. |
|
| 13 |
|
| Her aliyê çermê wan tê xwarin, Wê mirin hestiyên wan daqurtîne. |
|
| 14 |
|
| Ew ji konê xwe yê ku pê ewle ne tên anîn Û deranîn pêş padîşahê sawê. |
|
| 15 |
|
| Agir li konê wan rûdine, Kukurd bi ser warê wan de tê rijandin. |
|
| 16 |
|
| Koka wan ji binî ve ziwa dibin Û ji jor ve çiqlên wan diçilmisin. |
|
| 17 |
|
| Bîranîna wan li dinyayê winda dibe, Di kuçeyan de navê wan namîne. |
|
| 18 |
|
| Ew ji ronahiyê ber bi tariyê ve tên kaşkirin, Ji dinyayê tên derxistin. |
|
| 19 |
|
| Di nav gelê wan de Ne kur, ne jî neviyê wan hene, Li warê wan tu kes namîne. |
|
| 20 |
|
| Kesên li rojava li tişta were serê wan şaş dimînin, Saw kesên li rojhilat digire. |
|
| 21 |
|
| Bi rastî warê neheqan wisa ye Û cihê xwedênenasan ev e.” |
|
|
: |
| 1 | | 2 | | 3 | | 4 | | 5 | | 6 | | 7 | | 8 | | 9 | | 10 | | 11 | | 12 | | 13 | | 14 | | 15 | | 16 | | 17 | | 18 | | 19 | | 20 | | 21 | 1
1
1 |
|
|---|
|
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/job/018.mp3
42
18