|
| 1 |
|
| Êlîfazê Têmanî lê vegerand û got: |
|
| 2 |
|
| “Gelo mirov dikare ji Xwedê re bifeyde be? Feydeya kesê biaqil jî jê re heye? |
|
| 3 |
|
| Heke tu rast bî, gelo wê dilê Karîndar xweş be? Riya te kamil jî be, ma jê re qezenc e? |
|
| 4 |
|
| Gelo ji ber xwedêtirsiya te, Ew erzê te dişikêne û li dijî te dozê vedike? |
|
| 5 |
|
| Xerabiya te mezin e Û dawiya gunehên te tuneye ne wisa? |
|
| 6 |
|
| Çimkî te bêsedem ji birayên xwe gerew stand, Gava ew tazî ne, te cilên wan standin. |
|
| 7 |
|
| Te av bi kesê westiyayî neda vexwarin, Te nan ji kesê birçî texsîr kir. |
|
| 8 |
|
| Welat ê mirovê hêzdar e Û zilamê mezin li ser rûdine. |
|
| 9 |
|
| Te jinebî destvala şandin Û zendên sêwiyan şikandin. |
|
| 10 |
|
| Loma li her dera te dafik hene Û sawa yekser tê, te ditirsîne, |
|
| 11 |
|
| Yan jî taristan te ditirsîne ku tu nabînî. Ava lehiyan te dinixême. |
|
| 12 |
|
| “Ma Xwedê ne li bilindahiya ezmanan e? Li stêrên herî bilind binêre, ew çiqas bilind in! |
|
| 13 |
|
| Tu dibêjî: ‘Xwedê çi dizane? Gelo dikare di nav tariya kûr de dîwanê bike? |
|
| 14 |
|
| Ewrên tarî wî dorpêç dikin û ew nabîne, Li ser qûbeya ezmanan digere.’ |
|
| 15 |
|
| Gelo tê di riya kevin de bimeşî Ku xerabkar da serî? |
|
| 16 |
|
| Beriya dema wan hat, ew hatin rakirin, Lehiyê bingeha wan bir. |
|
| 17 |
|
| Wan ji Xwedê re got: ‘Ji me dûr be! Gelo Yê Karîndar wê çi bi me bike?’ |
|
| 18 |
|
| Lê Yê ku malên wan bi tiştên baş tije kir, ew e. Loma şêwra xeraban ji min dûr e. |
|
| 19 |
|
| “Kesên rast vê yekê dibînin û şa dibin, Kesên bêsûc tinazên xwe bi xeraban dikin, |
|
| 20 |
|
| Dibêjin: ‘Bêguman kesên li dijî me tune bûn Û êgir ya ji ber wan mayî daqurtand.’ |
|
| 21 |
|
| “Niha tu bi Xwedê re li hev were û bigihîje aştiyê, Wê bi vî awayî qencî bigihîje te. |
|
| 22 |
|
| Niha hînkirina devê wî qebûl bike, Gotina wî bixe dilê xwe. |
|
| 23 |
|
| Heke tu berê xwe bidî Karîndar, tê bêyî avakirin. Heke tu neheqiyê ji konên xwe rakî, |
|
| 24 |
|
| Heke tu zêrê xwe wekî axê bibînî Û zêrê xwe yê Ofîrê bavêjî nav xîçikê newalan, |
|
| 25 |
|
| Heke Karîndar bibe zêrê te Û ew bibe zîvê te yê hêja, |
|
| 26 |
|
| Wê gavê tê ji Karîndar zewqê bistînî Û rûyê xwe ber bi Xwedê ve bilind bikî. |
|
| 27 |
|
| Tê jê re duayê bikî Û wê guh bide te. Tê sozên xwe pêk bînî. |
|
| 28 |
|
| Tê biryara tiştekî bidî û wê pêk bê, Ronahî jî li ser riyên te be. |
|
| 29 |
|
| “Gava mirovan tu nizim kirî, Tu dibêjî: ‘Ev quretî ye!’ Lê Xwedê rizgarkarê nefsbiçûkan e. |
|
| 30 |
|
| Ew kesê sûcdar jî rizgar dike, Sûcdar ji ber paqijiya destê te, rizgar dibe!” |
|
|
|
|