Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Eyûb lê vegerand û got: |
| 2 |
| “Îro ezê dîsa gazina xwe ya bi keser bikim, Tevî ku nalîna min jî heye, destê Xwedê li ser min giran e. |
| 3 |
| Xwezî min bizanibûya ezê çawa wî bibînim, Ez bigihîştama cihê wî. |
| 4 |
| Minê doza xwe li ber wî rêz bikira Û devê xwe bi delîlan tije bikira. |
| 5 |
| Ezê bersiva dide min, hîn bibûma Û tişta ji min re dibêje fêm bikira. |
| 6 |
| Ma wê bi hêza xwe ya mezin li dijî min rabûya? Na, tenê wê guhdariya min bikira. |
| 7 |
| Li wir, kesê rast dikaribû li pêş wî dozekê vekira Û ezê jî, ji dîwanê her û her azad bibûma. |
| 8 |
| “Heke ez herim rojhilat, ew ne li wê derê ye, Biçim rojava jî, ez wî nabînim. |
| 9 |
| Heke li bakur kar bike, ez wî ji hev dernaxim, Vegere başûr jî, ez wî nabînim. |
| 10 |
| Lê ew riya ku ez çûm ser dizane, Dema min biceribîne, ezê wekî zêr derkevim. |
| 11 |
| Ji nêz ve min da ser şopa wî, Min da ser riya wî û averê nebûm. |
| 12 |
| Ez ji emrê ser lêvên wî neqetiyam, Min ji nanê xwe yê rojane zêdetir, Qedir da gotinên devê wî. |
| 13 |
| “Ew bi tena serê xwe ye, Kî dikare wî bizivirîne? Canê wî çi bixwaze wî dike. |
| 14 |
| Çimkî çi para min bikeve, ew dibe serî, Gelek tiştên wiha di hişê wî de ne. |
| 15 |
| Loma ez li ber wî ditirsim, Çiqas difikirim ewqas dikevim sawê. |
| 16 |
| Erê, Xwedê wêrekiya dilê min şikand, Karîndar ez tirsandim. |
| 17 |
| Lê taristan jî nikare min bêdeng bike, Tevî ku taristana şevereşê serçavê min veşêre jî! |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/job/023.mp3
42
23