|
| 1 |
|
| “Çima Karîndar ji bo dîwanê deman kifş nake? Ji bo çi kesên wî nas dikin rojên wî nabînin? |
|
| 2 |
|
| Xwedênenas kevirên sînoran ji cihê wan radikin Û keriyan didizin û diçêrînin. |
|
| 3 |
|
| Ew kerê sêwiyan diqewitînin Û gayê jinebiyê gerew digirin. |
|
| 4 |
|
| Ew hejaran ji rê averê dikin, Tevahiya bindestên welêt tev xwe vedişêrin. |
|
| 5 |
|
| Va ye, wekî kerên çolê ew diçin kar Û ji bo nêçîr û xwarina zarokên xwe, li beriyê digerin. |
|
| 6 |
|
| Ew êmê xwe li zeviyê didin hev, Efareya rezê kesekî xerab kom dikin. |
|
| 7 |
|
| Ew şeva xwe tazî û bêkinc derbas dikin, Di sermayê de lihêfa wan tuneye. |
|
| 8 |
|
| Bi taviya barana çiyê şil dibin, Ji ber tunebûna sitarê xwe dispêrin zinaran. |
|
| 9 |
|
| Kesê sêwî ji pêsîrê dikin Û zarokê bindest gerew digirin. |
|
| 10 |
|
| Ew tazî û bêkinc digerin, Birçî ne lê gurzan hildigirin. |
|
| 11 |
|
| Ew di nav latikên wan de zeytûnan diperçiqînin, Li mehseran tirî diguvêşin lê tî ne. |
|
| 12 |
|
| Nalîna mirovan ji bajêr tê, Canê birîndaran dike hewar. Lê Xwedê li vê neheqiyê nanêre. |
|
| 13 |
|
| “Ev kes serî li dijî ronahiyê radikin. Ew bi riyên wê nizanin Û li ser rêçikên wê naçin. |
|
| 14 |
|
| Kujer bi ronahiyê re radibe. Ew bindest û hejaran dikuje, Bi şev ew wekî dizan e. |
|
| 15 |
|
| Zinakar jî li benda avabûna rojê ye. Ew dibêje: ‘Kes min nabîne’ Û rûyê xwe dinixême. |
|
| 16 |
|
| Di tariyê de dîwarên xaniyan qul dikin. Bi roj xwe vedişêrin, Ew nizanin ronahî çi ye. |
|
| 17 |
|
| Li gorî wan taristan ronahiya sibê ye, Ew hevalên sawa taristanê ne. |
|
| 18 |
|
| “Hûn dibêjin: ‘Ew li ser avê bi lez winda dibin. Para wan a welêt nalet e, Tu kes berê xwe nade riya rezan. |
|
| 19 |
|
| Çawa ku ziwahî û germahî ava berfê dibe, Diyarê miriyan jî gunehkaran hiltîne. |
|
| 20 |
|
| Zikê dayikên wan jî wan ji bîr dike, Ew ji kurman re şîrîn dibin. Êdî neyên bibîranîn, Neheqî wekî daran tên birîn. |
|
| 21 |
|
| Ew zirarê didin jina kordunde ku zarokê wê tuneye Û qenciyê bi jinebiyê nakin. |
|
| 22 |
|
| Lê Xwedê zordaran bi hêza xwe dibe, Gava radibin ser piyan, wê ne ewle bin. |
|
| 23 |
|
| Gava ew ewlehiyê dide wan, ew tên piştgirîkirin, Çavê wî li ser riyên wan e. |
|
| 24 |
|
| Ew ji bo demeke kurt bilind dibin, Piştre tune dibin. Wekî hemû kesên din, wê bikevin û biçilmisin. Wekî serikê simbilan tên jêkirin.’ |
|
| 25 |
|
| “Heke ne wiha ye, Kî dikare min derewkar derîne Yan nîşan bide ku gotinên min vala ne?” |
|
|
|
|