Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Eyûb lê vegerand û got: |
| 2 |
| “Tu ji kesê bêhêz re çawa bûyî alîkar! Te çawa zendê bêqewet rizgar kir! |
| 3 |
| Te çawa şîret li kesê ne şehreza kir Û gelekî zanîna saxlem hîn kir! |
| 4 |
| Te ew gotin ji kê re gotin? Ruhê kê ji devê te derket? |
| 5 |
| “Miriyên di bin avan de Û kesên tê de dilerizin. |
| 6 |
| Diyarê miriyan li ber Xwedê tazî ye, Xêliya warê helakê tuneye. |
| 7 |
| Ew ezmanên bakur li ser valahiyê belav dike Û li ser nebûnê dinyayê dadileqîne. |
| 8 |
| Di nav ewran de avê dipêçe Û ewr di bin giraniya wan de naçirin. |
| 9 |
| Ew rûyê heyva çardehşevî dinixême Û ewrên xwe li serî radixe. |
| 10 |
| Wî li ser avê bazinek xêz kir, Li sînorê ku tarî û ronahî ji hev vediqetin. |
| 11 |
| Stûnên ezmanan dihejin Û bi erzşikandina wî şaş û metel dibin. |
| 12 |
| Ew bi hêza xwe deryayan diçeliqîne, Bi fêmdariya xwe Rahav diperçiqîne. |
| 13 |
| Bi hilma wî ezman dixemile, Destê wî marê direve birîndar dike. |
| 14 |
| Ev tenê keviya karên wî ne Û tişta me jê bihîstiye pistêneke biçûk e! Lê kî dikare gurmîna hêza wî fêm bike?” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/job/026.mp3
42
26