|
| 1 |
|
| Bi rastî zîv li kana madenê, Cihê safîkirina zêr jî heye. |
|
| 2 |
|
| Hesin ji axê tê derxistin, Sifir ji kevir tê helandin. |
|
| 3 |
|
| Mirov dawî li tariyê tînin Û di taristan û şevereşê de Heta sînorê dawî li van keviran dikolin. |
|
| 4 |
|
| Dûrî dera kes lê dijî, ew kanan dikolin, Li dera lingê mirov jî, ji bîr kiriye, Ji her kesî dûr xwe davêje werîs û dihejîne. |
|
| 5 |
|
| Nan ji erdê dertê, Lê binê erdê bi êgir serobino dibe. |
|
| 6 |
|
| Di kevirên wê de lapîs, Tê de toza zêr jî heye. |
|
| 7 |
|
| Teyrê dirinde wê riyê nizane, Çavên teyrê baz nedîtiye. |
|
| 8 |
|
| Heywanên qure pê li wê derê nekiriye, Şêrek di wir re derbas nebûye. |
|
| 9 |
|
| Ew destê xwe dirêjî kevirê heste dike, Çiyayan ji kokê ve serobino dike. |
|
| 10 |
|
| Di nav zinaran re coyan vedike, Çavê wî her tiştê hêja dibîne. |
|
| 11 |
|
| Ji bo ku av neherike, çeman girê dide Û ya tarî dertîne ronahiyê. |
|
| 12 |
|
| Lê şehrezayî li ku derê dikare bê dîtin? Cihê fêmdariyê li ku ye? |
|
| 13 |
|
| Mirov qîmeta wê nizane Û ew li diyarê zindiyan nayê dîtin. |
|
| 14 |
|
| Ava kûr dibêje: “Ew ne di min de ye.” Derya dibêje: “Ne li ba min e.” |
|
| 15 |
|
| Berdêla wê bi zêrê xas nayê dayîn, Bihayê wê bi zîv nayê kişandin. |
|
| 16 |
|
| Bihayê wê bi zêrê Ofîrê, Bi onîksê hêja û lapîsê nayê pîvandin. |
|
| 17 |
|
| Ne zêr, ne jî cam wekî wê ye, Ew bi taximên zêrê xas jî nayê guhertin. |
|
| 18 |
|
| Li ba wê behsa mircan û krîstalê nabe, Bihayê şehrezayiyê di ser cewheran re ye. |
|
| 19 |
|
| Topazê Kûş ê nabe wekî wê Bihayê wê bi zêrê xas nayê pîvan. |
|
| 20 |
|
| Şehrezayî ji ku derê tê? Cihê fêmdariyê li ku der e? |
|
| 21 |
|
| Ew ji çavê hemû jîndaran Û ji teyrên ezmanan hatiye veşartin. |
|
| 22 |
|
| Warê helakê û diyarê miriyan dibêjin: “Me xebera wê bi guhê xwe bihîst.” |
|
| 23 |
|
| Xwedê riya wê fêm dike, Ew bi cihê wê dizane. |
|
| 24 |
|
| Çimkî ew heta binê dinyayê dinêre Û her tiştên di bin seranserê ezmên de dibîne. |
|
| 25 |
|
| Gava wî hêz da bayê Û bi pîvekê av pîva, |
|
| 26 |
|
| Çaxê wî ji baranê re qanûn çêkir Û riya brûskên ezmanan danî, |
|
| 27 |
|
| Wî çaxî şehrezayî dît û eşkere kir, Wî ew ava kir û lê kola. |
|
| 28 |
|
| Wî ji mirov re got: “Va ye, tirsa Reb! Ev e şehrezayî! Fêmdarî jî, xwedûrxistina ji xerabiyê ye.” |
|
|
|
|