|
| 1 |
|
| Piştî vê yekê Eyûb devê xwe vekir û nalet li roja bûyîna xwe anî. |
|
| 2 |
|
| Eyûb wiha got: |
|
| 3 |
|
| “Bila roja ez hatim dinyayê tunebe, Şeva gotin: ‘Kurek çêbû’ tunebe. |
|
| 4 |
|
| Bila ew roj tarî be, Xwedayê li jorê lê negere Û ronahî neyê ser wê. |
|
| 5 |
|
| Bila taristan û şevereş lê bibin xweyî, Ewr bi serê wê de dakeve Û taristana rojê bibizdîne. |
|
| 6 |
|
| Bila taristan wê şevê zevt bike, Di nav rojên salê de neyê hesibandin Û nekeve nav koma mehan. |
|
| 7 |
|
| Erê, bila ew şev bêber be, Dengê şahiyê tê de neyê bihîstin. |
|
| 8 |
|
| Bila kesên naletê li rojan tînin, naletê li wê rojê jî bînin, Ew kesên di hişyarkirina Livyetan de jêhatî ne. |
|
| 9 |
|
| Bila stêrên destê sibê tarî bibin, Bila li benda ronahiyê be, lê wê bidest nexe Û tîrêjên seherê jî nebîne. |
|
| 10 |
|
| Çimkî wê rojê deriyên zîkê diya min negirtin Û derd ji çavên min veneşartin. |
|
| 11 |
|
| “Gava ez hatim dinyayê, çima ez nemirim, Çaxê ji zik derketim, çima ez helak nebûm? |
|
| 12 |
|
| Çima çokan ez qebûl kirim Û pêsîran ez mijandim? |
|
| 13 |
|
| Çimkî niha ez bi aramî vezeliyabûm, Di xewê de bûm û rihet bûm, |
|
| 14 |
|
| Bi padîşah û şêwirmendên dinyayê re Ku wêrane ji bo xwe dîsa ava kirine, |
|
| 15 |
|
| Yan bi mîrên ku xweyî zêr in Û malên xwe bi zîv tije kirine re. |
|
| 16 |
|
| Çima ez wekî zarokekî ji ber diya xwe çûye nehatim veşartin, Wekî zarokekî ku ronahî nedîtiye. |
|
| 17 |
|
| Li wir xerab dev ji eziyetê berdidin, Li wir westa bêhna xwe vedidin. |
|
| 18 |
|
| Girtî bi hev re bêxem in, Dengê serkarên suxrevan nabihîzin. |
|
| 19 |
|
| Biçûk jî, mezin jî li wir in, Kole ji xweyên xwe serbest in. |
|
| 20 |
|
| “Ma çima ronahiyê didin kesê keder? Ji bo çi jiyanê didin canê biêş? |
|
| 21 |
|
| Wan bêriya mirinê kiriye, lê nayê, Ew ji xezîneyan bêtir lê digerin. |
|
| 22 |
|
| Ew kes gava dikevin gorê, Ji kêfê şa û dilgeş dibin. |
|
| 23 |
|
| Ji bo çi ronahiyê didin kesê riya wî hatiye veşartin Û Xwedê derdora wî sinc kiriye? |
|
| 24 |
|
| Çimkî beriya nanê min, nalîna min tê, Hewara min wekî avê dikişe. |
|
| 25 |
|
| Bi rastî ya ku ez jê ditirsiyam, Tirs û sawa min hate serê min. |
|
| 26 |
|
| Ez ne rihet im, ne aram im, Ez nikarim bêhna xwe vedim, tenê derd tê.” |
|
|
|
|