|
| 1 |
|
| “Lê niha kesên ji min biçûktir bi min dikenin! Kesên ku min bavên wan jî nedida ber seyên keriyê xwe! |
|
| 2 |
|
| Xîreta wan çû, Ji hêza destê wan wê çi bi kêrî min were? |
|
| 3 |
|
| Ji xizanî û birçîbûnê diçilmisin, Li beriyê û taristana bêkes, dera ziwa dikeritînin. |
|
| 4 |
|
| Ji nav deviyan tolikê dicivînin, Xwarina wan koka hêrvistê ye. |
|
| 5 |
|
| Ew ji nav civakê tên qewitandin, Çawa ku ew diz in, Mirov li pey wan diqîrin. |
|
| 6 |
|
| Di geliyên tirsdar de Di qulên erdê û şikeftên zinaran de dijîn. |
|
| 7 |
|
| Di nav deviyan de dizirin, Li bin diriyan diketin paşila hev. |
|
| 8 |
|
| Ew kurên ehmeqan û zarokên bêeslan bûn, Ji welêt bi qemçiyan tên avêtin. |
|
| 9 |
|
| “Lê niha ew bi kilaman tinazê xwe bi min dikin, Ez bûm pêkenokê devê wan. |
|
| 10 |
|
| Bîzê wan ji min diçe, dûr dimînin, Ji tûkirina ser çavê min dûr namînin. |
|
| 11 |
|
| Xwedê benê min vekir û ez nizim kirim Û wan li ber min hefsarên xwe qetandin. |
|
| 12 |
|
| Ji aliyê rastê ve kesên beredayî bi ser min de tên, Lingên min dehf didin Û ji bo felaketa min palan ava dikin. |
|
| 13 |
|
| Riya min xera dikin, Bela bi ser min de dişînin. Ew bi tena serê xwe dikin. |
|
| 14 |
|
| Çawa ku di quleke fireh re bikevinê, Bi gurmîna hilweşandinê re gêr dibin û tên. |
|
| 15 |
|
| Tirs û saw ez serobino kirim Û wekî bayê şerefa min qewitand. Xweşiya min wekî ewrê çû. |
|
| 16 |
|
| “Niha ez di nava xwe de dihelim, Rojên tengasiyê bi ser min de girtin. |
|
| 17 |
|
| Bi şev hestiyên min diarin Û êş, min dikeritînin. |
|
| 18 |
|
| Xwedê bi zordarî kincê min digire, Ew berstûka kirasê min, dişidîne. |
|
| 19 |
|
| Wî ez avêtim nav heriyê, Ez bûm wekî toz û xweliyê. |
|
| 20 |
|
| “Ez ji te re dikim hewar, lê tu bersivê nadî, Ez li ber te disekinim, tu hema kêliyêkê li min dinêrî. |
|
| 21 |
|
| Tu beramberî min bêrehm bûyî, Bi qeweta destê xwe zorê li min dikî. |
|
| 22 |
|
| Tu min hildidî û li bayê siwar dikî, Tu min di nav bahozê de dibî û tînî. |
|
| 23 |
|
| Çimkî ez dizanim tê min bibî mirinê, Tê min bibî mala ku hemû jîndar lê bicivin. |
|
| 24 |
|
| “Bêguman kesekî wêranbûyî, destê xwe vedike An gava felaketek tê, dike hewar. |
|
| 25 |
|
| Ma ji bo kesên di tengasiyê de ez nedigiriyam? Dilê min bi hejaran nedişewitî? |
|
| 26 |
|
| Gava ez li benda qenciyê bûm, xerabî hat, Ez li hêviya ronahiyê bûm lê tarî hat. |
|
| 27 |
|
| Dil û hinavê min dişewite, rihetiya min tuneye, Rojên êş û elem rastî min tên. |
|
| 28 |
|
| Ez dilbirîn digerim, tav tuneye, Di nav civatê de jî radibim û dikim hewar. |
|
| 29 |
|
| Ez bi çeqelan re bûm bira Û ji kundan re bûm heval. |
|
| 30 |
|
| Çermê min reş bû û ji ser min tê xwarê, Hestiyên min ji germê dişewitin. |
|
| 31 |
|
| Ji çenga min dengê şînê tê, Dengê bilûra min bûye girîn. |
|
|
|
|