|
| 1 |
|
| Van sê mirovan dev ji bersivdana Eyûb berda. Çimkî wî xwe di çavê xwe de rast didît. |
|
| 2 |
|
| Piştre hêrsa Êlîhûyê kurê Barakêlê Bûzî rabû ku ji binemala Ram bû. Ew li dijî Eyûb hêrs bû, çimkî Eyûb xwe rast didît, ne ku Xwedê. |
|
| 3 |
|
| Ew li dijî her sê hevalên xwe jî hêrs bû, çimkî tevî ku Eyûb sûcdar kiribû, wan bersivek nedabû. |
|
| 4 |
|
| Ji bo ku ew mirov bi emrê xwe jê mezintir bûn, Êlîhû li benda wan mabû ku bi Eyûb re bipeyive. |
|
| 5 |
|
| Lê gava wî dît ku bersivek ji devê van sê mirovan derneket, ew hêrs bû. |
|
| 6 |
|
| Êlîhûyê kurê Barakêlê Bûzî wisa got: “Ez bi emrê xwe biçûk im, hûn jî kal in. Loma min xwe da paş, Ez tirsiyam ku fikra xwe ji we re bêjim. |
|
| 7 |
|
| Min got: ‘Bila roj bêjin Û zêdebûna salan şehrezayiyê hîn bike.’ |
|
| 8 |
|
| Lê bi rastî ruhê ku di mirov de ye, Erê, hilma Karîndar fêmdariyê dide. |
|
| 9 |
|
| Şehreza ne kesên kal in, Kesên heqiyê fêm dikin ne rîspî ne. |
|
| 10 |
|
| Loma min got: ‘Guhdariya min bikin.’ Ez jî fikra xwe bêjim. |
|
| 11 |
|
| “Ez li benda gotinên we mam, Gava hûn li peyvan digeriyan, Min guh da feraseta we. |
|
| 12 |
|
| Min bala xwe da we. Lê tu kesî neheqiya Eyûb dernexist, Kesekî ji we bersiva gotinên wî neda. |
|
| 13 |
|
| Nebe hûn bêjin: ‘Me şehrezayî dît, Bila Xwedê wî têk bibe, ne mirov.’ |
|
| 14 |
|
| Wî peyvên xwe li dijî min rêz nekirin, Ezê jî bi gotinên we bersiva wî nedim. |
|
| 15 |
|
| “Ew şikestin, êdî bersiv nadin, Tu gotina wan nema. |
|
| 16 |
|
| Ji bo ku ew napeyivin, ez li bendê bimînim? Ji bo ku ew disekinin û bersivê nadin? |
|
| 17 |
|
| Ez jî bersiva xwe bidim, Ez fikra xwe bêjim. |
|
| 18 |
|
| Çimkî dilê min tije gotin e, Ruhê bedena min zorê li min dike. |
|
| 19 |
|
| Loma hinavê min wekî şeraba devgirtî ye, Wekî meşkeke nû ya şerabê dike biteqe. |
|
| 20 |
|
| Ez bêjim ku rihet bim, Divê ez devê xwe vekim û bersivê bidim. |
|
| 21 |
|
| Ezê ferq û meyliya tu kesî nekim, Ezê şelafiya mirovan nekim, |
|
| 22 |
|
| Ez nizanim şelafîtî çi ye! Yan na wê Afirînerê min yekser min tune bike. |
|
|
|
|