|
| 1 |
|
| “Lê Eyûbo! Gotina min bibihîze, Guh bide hemû peyvên min. |
|
| 2 |
|
| Va ye, min devê xwe vekir, Zimanê min dibêje. |
|
| 3 |
|
| Gotinên min rastiya dilê min eşkere dikin, Lêvên min bi dilpakî zanîna xwe dibêjin. |
|
| 4 |
|
| Ruhê Xwedê ez afirandim Û hilma Karîndar jiyanê dide min. |
|
| 5 |
|
| Heke tu dikarî bersiva min bide, Gotinên xwe li ber min rêz bike Û li pêşberî min bisekine. |
|
| 6 |
|
| Va ye, li ber Xwedê, ez jî wekî te me. Ez jî, ji heriyê hatim afirandin. |
|
| 7 |
|
| Ji tirsa min nebizde Û tada min li ser te giran nebe. |
|
| 8 |
|
| “Binêre, gava min guhdarî dikir te digot, Ev gotinên te hatin guhê min: |
|
| 9 |
|
| ‘Ez pak û bêguneh im, Ez bêsûc im, li ba min neheqî tuneye. |
|
| 10 |
|
| Dîsa jî ew li dijî min li hincetan digere Û min dijminê xwe dihesibîne. |
|
| 11 |
|
| Ew lingê min qeyd û lele dike Û çavdêrê hemû riyên min e.’ |
|
| 12 |
|
| “Lê ez bersiva te bidim: Tu di vê yekê de neheq î, Çimkî Xwedê ji mirovan mezintir e. |
|
| 13 |
|
| Tu çima jê gazinan dikî? Çima dibêjî: ‘Ew bersiva peyveke min jî nade.’ |
|
| 14 |
|
| Xwedê bi awayekî dipeyive, Mirov wî nebîne jî. |
|
| 15 |
|
| Di xewnê de, di dîtiniya şevê de, Gava xewa giran bi ser mirov de tê Û li ser nivînan xewarî ye, |
|
| 16 |
|
| Ew guhê mirovî wê gavê vedike Û bi terbiyekirina xwe, wî ditirsîne |
|
| 17 |
|
| Ku ew wî ji xerabiya ku dike bizivirîne Û wî ji quretiyê dûr bixe. |
|
| 18 |
|
| Ew canê wî ji çalê Û jiyana wî ji mirinê diparêze. |
|
| 19 |
|
| Ew bi êşa xwe ya li ser nivînan Û bi pevçûna herdemî ya di hestiyan de tîne rê |
|
| 20 |
|
| Ku dilê wî ji nên dixele Û canê wî xwarinên xweş red dike. |
|
| 21 |
|
| Goştê wî dihele, nayê dîtin Û hestiyên wî xuya dibin. |
|
| 22 |
|
| Canê wî nêzîkî çalê dibe Û jiyana wî nêzîkî ruhstênan dibe. |
|
| 23 |
|
| “Heke li ba wî milyaketek, Ji hezar milyaketan yek bi navbeynkarî hebe Ku ya rast ji mirovekî re eşkere bike, |
|
| 24 |
|
| Wî çaxî Xwedê kerema xwe nîşanî wî dide û dibêje: ‘Wî ji ketina çalê rizgar bike, Min berdêla wî dît.’ |
|
| 25 |
|
| Goştê wî wekî goştê zarokan nû dibe Û vedigere rojên xortaniya xwe. |
|
| 26 |
|
| Ew ji Xwedê re dua dike û jê razî dimîne, Ew bi şahî rûyê wî dibîne. Xwedê rastiya wî li mirovî vedigerîne. |
|
| 27 |
|
| Îcar ew li ber mirovên din bi lavijan dibêje: ‘Min guneh kir û ji rastiyê şaş bûm, Lê min heqê xwe nestand. |
|
| 28 |
|
| Wî canê min ji ketina çala mirinê rizgar kir, Wê jiyana min ronahiyê bibîne.’ |
|
| 29 |
|
| “Xwedê van hemû tiştan dike. Ew van du caran, sê caran, Bi serê wî mirovî de tîne |
|
| 30 |
|
| Ku canê wî ji çalê vegerîne Û bi ronahiya jiyanê geş bibe. |
|
| 31 |
|
| “Eyûbo! Guhê xwe bide û min bibihîze, Tu hiş be, ez bêjim. |
|
| 32 |
|
| Heke tiştekî tu bêjî hebe, ji min re bêje, Bêje, çimkî ez dixwazim te mafdar derxim. |
|
| 33 |
|
| An na tu guhdariya min bike, Tu hiş be, ez şehrezayiyê hînî te bikim.” |
|
|
|
|