|
| 1 |
|
| Êlîhû gotina xwe berdewam kir û got: |
|
| 2 |
|
| “Şehrezano, gotina min bibihîzin! Zanano, guh bidin min! |
|
| 3 |
|
| Çimkî çawa ku dev tehma xwarinê hiltîne, Guh peyvan diceribîne. |
|
| 4 |
|
| Ya ku adil e, em hilbijêrin, Qencî çi ye, em di nav xwe de biryar bidin. |
|
| 5 |
|
| “Çimkî Eyûb dibêje: ‘Ez rast im Û Xwedê heqê min ji destê min stand. |
|
| 6 |
|
| Tevî ku mafdar im jî, derewkar têm hesibandin, Ez bêguneh im, lê birîna min bêderman e.’ |
|
| 7 |
|
| Kîjan mirov wekî Eyûb e? Ew tinazan wekî avê vedixwe, |
|
| 8 |
|
| Bi xerabkaran re digere Û bi mirovên xerab re dimeşe. |
|
| 9 |
|
| Wiha jî dibêje: ‘Tu feyde tuneye ku Mirov ji Xwedê razî be.’ |
|
| 10 |
|
| “Loma serwextno, min bibihîzin! Haşa ku Xwedê xerabiyê bike Û Karîndar neheqiyê bike! |
|
| 11 |
|
| Çimkî ew bergîdana kirinên mirovan dide Û li gorî riya wan, tîne serê wan. |
|
| 12 |
|
| Bi rastî, Xwedê xerabiyê nake, Karîndar edaletê şaş nake. |
|
| 13 |
|
| Ma kî serweriya rûyê erdê da wî? Kî ew danî ser tevahiya dinyayê? |
|
| 14 |
|
| Heke ew niyet bike Ku ruh û hilma xwe paşve bistîne, |
|
| 15 |
|
| Wê hemû beşer bi hev re bimire, Wê mirov vegere axê. |
|
| 16 |
|
| “Heke fêmdariya te hebe, vê bibihîze. Guh bide dengê gotinên min. |
|
| 17 |
|
| Ma kesê ji edaletê nefret dike, Dikare serweriyê bike? Qey tê kesê rast û mezin sûcdar bikî? |
|
| 18 |
|
| Yê ku ji padîşah re dibêje: ‘Belqitiyo!’ Û ji mîr re jî dibêje: ‘Xerabo!’ |
|
| 19 |
|
| Yê ku meyla serekan nake Û ji belengazan bêtir, qedrê dewlemendan nagire, Ma ne Xwedê bixwe ye? Çimkî ev hemû karên destê wî ne. |
|
| 20 |
|
| Ew jinişkave dimirin, Mirov nîvê şevê dihejin û tune dibin. Hêzdar jî tên hilanîn û birin, Lê ne bi destê kesekî. |
|
| 21 |
|
| “Çimkî çavê wî li ser riyên mirovan e Û hemû gavên wan dibîne. |
|
| 22 |
|
| Ne tarî û ne jî siya mirinê heye Ku xerabkar xwe tê de veşêrin. |
|
| 23 |
|
| Hewcedariya Xwedê careke din bi lêpirsîna mirovan tuneye Ku bîne dîwana xwe. |
|
| 24 |
|
| Bêyî ku lê bikole, ew mezinan dişikêne Û kesên din li cihê wan datîne. |
|
| 25 |
|
| Ji ber ku ew bi kirinên wan dizane, Wan bi şev serobino dike û diperçiqîne. |
|
| 26 |
|
| Ji ber xerabiya wan, Ew li ber çavê kesên din li wan dixe. |
|
| 27 |
|
| Çimkî wan dev ji lipeyçûyina wî berda Û tu riyên wî nahesibînin. |
|
| 28 |
|
| Wan kir ku hewara belengazan bigihîje wî, Wî jî hewara bindestan bihîst. |
|
| 29 |
|
| Gava Xwedê bêdeng be, kî dikare sûcdar bike? Çaxê rûyê xwe binixême, kî dikare lê binêre? Ne miletek ne jî mirovek, |
|
| 30 |
|
| Bila xwedênenas padîşahiyê neke Û ji gel re nebe dafik. |
|
| 31 |
|
| “Gelo kesî ji Xwedê re gotiye: ‘Ez sûcdar im, êdî ezê xerabiyê nekim. |
|
| 32 |
|
| Ya ku min nedîtiye, tu hînî min bike. Heke min neheqî kiribe, ezê careke din nekim’? |
|
| 33 |
|
| Heke te ew red kir, Wê li gorî daxwaza te bergîdanê bike? Kesê hilbijêre tu yî, ne ez im, Loma ya ku dizanî bêje. |
|
| 34 |
|
| “Wê fêmdar ji min re bêjin, Wê şehrezayên guhdariya min dikin wiha bêjin: |
|
| 35 |
|
| ‘Eyûb dipeyive lê nizane, Di gotinên wî de şehrezayî tuneye.’ |
|
| 36 |
|
| Eyûb wekî xerabkarekî bersiv dide, Xwezî ceribandina wî her û her bidome. |
|
| 37 |
|
| Ew serhildanê bi ser gunehê xwe ve zêde dike, Di nav me de destên xwe li hev dixe Û gotinên xwe li dijî Xwedê zêde dike.” |
|
|
|
|