Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Êlîhû gotina xwe berdewam kir û got: |
| 2 |
| “Gelo tu vê yekê rast dibînî? Tu dibêjî: ‘Ez li ber Xwedê rast im.’ |
| 3 |
| Lê tu wisa jî dibêjî: ‘Heke ez guneh nekim, Wê çi feydeya te hebe Û çi qezenca min hebe?’ |
| 4 |
| “Ezê bersiva te û hevalên te bidim. |
| 5 |
| Li ezmanan binêre û bibîne, Bala xwe bide ewrên ji te bilindtir. |
| 6 |
| Tu guneh bikî, wê çi bi Xwedê were? Neheqiyên te zêde bin, wê çi pê were? |
| 7 |
| Heke tu rast bî, tu çi didî wî, Yan jî ew çi ji destê te distîne? |
| 8 |
| Xerabiya te ji bo mirovan e, Ji bo kesên wekî te ye, Rastiya te jî, ji bo kurê mirovan e. |
| 9 |
| “Mirov di bin zordariya zêde de dikin hewar, Gava di bin zendê hêzdaran de gazî alîkariyê dikin. |
| 10 |
| Lê kes nabêje: ‘Ka Xwedê, Afirînerê min?’ Ew Xwedayê ku bi şev stranan dide, |
| 11 |
| Ji heywanên erdê bêtir me hîn dike Û ji teyrên ezmanan me şehrezatir dike. |
| 12 |
| Ji ber quretiya xeraban, Li wir dikin hewar, lê ew bersiva wan nade. |
| 13 |
| Xwedê esse guhdariya hewara vala nake, Karîndar bala xwe nade vê yekê. |
| 14 |
| Herçiqas tu dibêjî: ‘Ez wî nabînim’ jî, Doza te li ber wî ye û tê zehf li benda wî bimînî! |
| 15 |
| Herwiha, ji ber ku wî bi hêrsa xwe ceza nekir Û zêde bala xwe neda serhildanê, |
| 16 |
| Eyûb beredayî devê xwe vedike, Ew bi nezanî gotinan zêde dike.” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/job/035.mp3
42
35