|
| 1 |
|
| Êlîhû gotina xwe berdewam kir û got: |
|
| 2 |
|
| “Hinekî bisekine ez nîşanî te bidim, Çimkî hê gotina min heye ku bi xatirê Xwedê ye. |
|
| 3 |
|
| Ezê zanîna xwe ji dûrî ve bînim Û rastiyê bidim Afirînerê xwe. |
|
| 4 |
|
| Bêguman peyvên min ne derew in, Mirovekî bi zanabûna kamil li ber te ye. |
|
| 5 |
|
| “Bi rastî Xwedê mezin e û tu kesî kêm nabîne, Ew di qeweta dil de hêzdar e. |
|
| 6 |
|
| Ew xeraban nade jiyandin Û heqê bindestan dide. |
|
| 7 |
|
| Ew çavê xwe ji ser rastan nade alî, Lê wan bi padîşahan re ser textan dide rûniştandin Û ew her û her berz dibin. |
|
| 8 |
|
| Heke ew li zincîran bên xistin Û bi benê tengasiyê ve bêne girêdan, |
|
| 9 |
|
| Wê gavê ew kirin û neheqiyên wan Ku kirêtî ne, Ji wan re eşkere dike. |
|
| 10 |
|
| Ew terbiyekirinê bi wan dide guhdarîkirin Û ferman dike ku ji xerabiyê bizivirin. |
|
| 11 |
|
| Heke guh bidin û xulamiya wî bikin, Ew rojên xwe bi qenciyê Û salên xwe di kêfxweşiyê de derbas dikin. |
|
| 12 |
|
| Lê heke guh nedin, Wê bi şûr tune bibin Û ji ber nezaniyê bimirin. |
|
| 13 |
|
| “Kesên ji dil xwedênenas in, hêrsê dicivînin, Xwedê wan girê bide jî, ew nakin hewar. |
|
| 14 |
|
| Ew di xortaniya xwe de dimirin, Jiyana wan di nav fahîşeyên pûtperest de diqede. |
|
| 15 |
|
| Ew bindestan di bindestiya wan de rizgar dike, Ew di tengasiyê de wan dide guhdarîkirin. |
|
| 16 |
|
| “Bi rastî wî bala te kişand Ku te ji devê tengasiyê derîne Û te bibe dereke fireh û bêasteng. Sifreya te bi rûn û aramiyê tije bû. |
|
| 17 |
|
| Lê tu bi cezayê xeraban tije bûyî, Ceza û edalet te digirin. |
|
| 18 |
|
| Hay ji xwe hebe, bila hêrs bala me nekişîne Ku em nebin tinazkar. Bila bertîla zêde jî te averê neke. |
|
| 19 |
|
| Wê hewara te, te ji tengasiyê bikişîne? Wê hemû hêz û qeweta te, têr bike? |
|
| 20 |
|
| Tu bêriya wê şevê neke Ku gel ji cihê xwe tên rakirin. |
|
| 21 |
|
| Hay ji xwe hebe, xwe ber bi xerabiyê ve nebe, Çimkî ji ber vê yekê tu bi tengasiyan hatî ceribandin. |
|
| 22 |
|
| “Va ye Xwedê bi hêza xwe bilind e, Gelo Mamosteyê wekî wî heye? |
|
| 23 |
|
| Kî riya wî li ber wî kifş kir? Kî dikare jê re bêje: ‘Te neheqî kir’? |
|
| 24 |
|
| Pesindana karê wî bi bîr bîne, Mirov li ser wî stranan jî dibêjin. |
|
| 25 |
|
| Herkes li karê wî mêze dike, Her mirov ji dûrî ve lê dinêre. |
|
| 26 |
|
| Bi rastî Xwedê ewqas mezin e Ku em nikarin fêm bikin. Hejmara salên wî nayê hesibandin. |
|
| 27 |
|
| “Ew dilopên avê bi jor ve dikişîne Û dilopên baranê bi hilma xwe disefîne. |
|
| 28 |
|
| Ewr baranê diherikînin Û bi têra xwe bi ser mirovan ve dilop dikin. |
|
| 29 |
|
| Gelo mirov belavbûna ewran Û gurmîna konê wî dikare fêm bike? |
|
| 30 |
|
| Va ye, ew bi brûskên xwe derdora xwe ronahî dike Û kûrahiya deryayan dinixême. |
|
| 31 |
|
| Çimkî ew bi vê yekê serweriya gelan dike Û bi zêdebarî xwarinê dide. |
|
| 32 |
|
| Bi brûskan destên xwe dinixême Û emir dike ku li armanca wî bixe. |
|
| 33 |
|
| Gurmîna wî bahoza wî eşkere dike, Dewar jî hatina wê radigihîne. |
|
|
|
|