|
| 1 |
|
| “Li ser vê yekê jî dilê min dilerize Û ji cihê xwe dipengize. |
|
| 2 |
|
| Li gurmîna dengê wî Û himîna ji devê wî dertê baş guhdar bin. |
|
| 3 |
|
| Ew wî berdide binê seranserê ezmanan Û brûska xwe dide her aliyê dinyayê. |
|
| 4 |
|
| Dengek li pey wî dike himîn, Ew bi dengê rewnaqiya xwe digurmije. Gava dengê wî tê bihîstin, Ew brûskan nade rawestandin. |
|
| 5 |
|
| Dengê Xwedê bi kerametan dike gurmîn, Tiştên mezin ên ku em fêm nakin dike. |
|
| 6 |
|
| Çimkî ji berfê re dibêje: ‘Bikeve erdê’ Û ji taviyê re jî dibêje: ‘Bi hemû xurtiya xwe here xwarê.’ |
|
| 7 |
|
| Destê her kesî mor dike û ji kar dide berdan Ku hemû mirov karê wî bizanibin. |
|
| 8 |
|
| Heywan jî diçin qulên xwe Û di şikeftên xwe de dimînin. |
|
| 9 |
|
| Bahoz ji odeya xwe tê Û serma ji bayê bakur e. |
|
| 10 |
|
| Hilma Xwedê avê dike cemed, Ew avên fireh diqerisîne. |
|
| 11 |
|
| Ew ewran bi rewayê bar dike, Ewr brûskên wî belav dikin. |
|
| 12 |
|
| Bi rêberiya wî ew li derdorê digerin Ku li seranserê dinyayê Her tiştê emir dike pêk bînin. |
|
| 13 |
|
| Çi ji bo cezayê, çi ji bo erdê xwe, Çi jî, ji bo dilovaniyê, ew hemûyan dike. |
|
| 14 |
|
| “Eyûbo, guh bide vê yekê! Bisekine û li karên Xwedê yên mezin bifikire. |
|
| 15 |
|
| Gelo tu dizanî, çawa Xwedê wan saz dike Û çawa brûska ewrê xwe dibiriqîne? |
|
| 16 |
|
| Qey tu bi hevkêşeya ewran Û kerametên Yê zanîna wî kamil e dizanî? |
|
| 17 |
|
| Gava bayê başûr dinyayê bêdeng dike, Cilên te jî germ dibin! |
|
| 18 |
|
| Gelo tu pê re dikarî ezmanan belav bikî Ku wekî neynikeke rijandî saxlem be. |
|
| 19 |
|
| “Hînî me bike ka em jê re çi bêjin, Ji ber taristanê em nikarin doza xwe rêkûpêk bikin. |
|
| 20 |
|
| Gelo mirov jê re bêje ku ez dixwazim bipeyivim? Kî dixwaze bê daqurtandin?! |
|
| 21 |
|
| Gava ezman dibiriqin, Gava ba radibe û ezmanan paqij dike, Kes nikare li ronahiyê mêze bike Ku li ezmanan dibiriqe. |
|
| 22 |
|
| Biriqîna zêr ji bakur tê, Rewnaqiya bi heybet li ser Xwedê ye. |
|
| 23 |
|
| Em nikarin bigihîjin Karîndar. Hêz û edaleta wî gelek e, Ew rastiya mezin binpê nake. |
|
| 24 |
|
| Ji ber vê yekê mirov jê ditirsin, Ew li tu kesê ku bi dilê xwe şehreza ye nanêre.” |
|
|
|
|