|
| 1 |
|
| Êlîfazê Têmanî lê vegerand û got: |
|
| 2 |
|
| “Ma mirov ji te re gotinekê bêje tê xemgîn bibî? Kî dikare xwe ragire û nebêje? |
|
| 3 |
|
| Binêre, te gelek kes perwerde kirin, Te destên wan ên qels xurt kirin. |
|
| 4 |
|
| Gotinên te, kesên terpilî li ser lingan hiştin, Te çokên sistbûyî şidandin. |
|
| 5 |
|
| Niha, gava hat serê te, tu xemgîn dibî, Gava dest li te dikeve, tu dişikî. |
|
| 6 |
|
| Gelo ewlehiya te, ne tirsa te ya ji Xudan e? Hêviya te, ne kamiliya riya te ye? |
|
| 7 |
|
| “Ka bi bîr bîne, kî bêsûc tune bû? Li ku derê kesê dilrast helak bû? |
|
| 8 |
|
| Bi qasî ez dibînim, kesên xerabiyê dajon Û tovê derdan direşînin, wisa jî hiltînin. |
|
| 9 |
|
| Ew bi hilma Xwedê tune dibin, Bi bayê hêrsa wî telef dibin. |
|
| 10 |
|
| Himîna şêr, dengê şêrê dijwar Û diranên şêrên ciwan tên şikandin. |
|
| 11 |
|
| Şêr ji nebûna nêçîrê helak dibe, Ferxên şêremêyan ji hev belav dibin. |
|
| 12 |
|
| “Gotineke bi dizî hat ba min, Pistepista wê gihîşt guhê min. |
|
| 13 |
|
| Bi şev, ji nav fikrên xewnan, Gava xewa giran dikeve çavê mirovan, |
|
| 14 |
|
| Saw û lerizîn bi ser min de hatin Ku hemû hestiyên min lerizandin. |
|
| 15 |
|
| Ruhek di ber min re derbas bû, Mûyên bedena min gij bûn. |
|
| 16 |
|
| Ew sekinî, lê min sûretê wî dernexist, Tenê şiklek li ber çavê min hebû. Di bêdengiyê de min dengekî bihîst: |
|
| 17 |
|
| ‘Gelo mirovek dikare li hizûra Xwedê rast be? Qey zilamek dikare li ber Afirînerê xwe pak be? |
|
| 18 |
|
| Binêrin, ew bi xulamên xwe ne ewle ye, Di milyaketên xwe de jî şaşîtiyan dibîne. |
|
| 19 |
|
| Gelo ew ji wan kesan ewle ye Ku bedena wan wekî xaniyên heriyê ye, Bingeha bedena wan ji tozê ye Û ji bizûzê zûtir diperçiqin? |
|
| 20 |
|
| Ew di navbera sibê û êvarê de helak dibin, Bêyî ku haya kesî jê hebe, ew her û her tune dibin. |
|
| 21 |
|
| Gava benê konê jiyana wan qetiya, Ew ji şehrezayiyê bêpar dimirin.’ |
|
|
|
|