|
| 1 |
|
| Xudan bersiva Eyûb da û got: |
|
| 2 |
|
| “Gelo kesek tiştekî şaş di Karîndar de dibîne, Dikare gazinan jê bike? Kesê doza wî bi Xwedê re heye bila bersivê bide.” |
|
| 3 |
|
| Eyûb bersiva Xudan da û got: |
|
| 4 |
|
| “Ez kêm im, ez kî me ku bersiva te bidim? Loma destê xwe dibim ber devê xwe. |
|
| 5 |
|
| Carekê min got, ezê bersiv nedim. Careke din ezê nepeyivim.” |
|
| 6 |
|
| Xudan ji nav bagerê bersiva Eyûb da û got: |
|
| 7 |
|
| “Niha wekî mêrekî, piştenka xwe girê bide! Ez ji te bipirsim, tu bi min bide zanîn! |
|
| 8 |
|
| “Gelo tê edaleta min pûç derînî? Ji bo mafdar bêyî dîtin, tê min sûcdar bikî? |
|
| 9 |
|
| Zendê te wekî zendê Xwedê ye? Dengê te dikare wekî dengê wî bike gurmîn? |
|
| 10 |
|
| Nexwe rabe xwe bi şan û şerefê rapêçe, Heşmet û rewnaqiyê li xwe bike. |
|
| 11 |
|
| Xezeba xwe ya zêde vala bike, Li qureyan binêre û wan nizim bike. |
|
| 12 |
|
| Li hemû qureyan binêre û wan kêm bike Û xeraban di cihê wan de biperçiqîne. |
|
| 13 |
|
| Hemûyan bixe bin axê, Ji bo goristanê rûyê wan bi kincan bipêçe. |
|
| 14 |
|
| Wî çaxî ezê jî qebûl bikim Ku wê destê te yê rastê te rizgar bike. |
|
| 15 |
|
| “Ka li Behêmotê binêre ku min tevî te afirandiye, Binêre çawa wekî dewaran giyê dixwe. |
|
| 16 |
|
| Mêze bike, hêza wî di pişta wî de ye, Taqeta wî di rehên zikê wî de ye. |
|
| 17 |
|
| Dûvê xwe wekî dara sedrê radike, Rehên hêtên wî hatine honandin. |
|
| 18 |
|
| Hestiyên wî wekî boriyên tûncîn in, Beşên bedena wî, wekî şivên hesinî ne. |
|
| 19 |
|
| Ew berhemeke sereke ya Xudan e, Tenê Afirînerê wî dikare bi şûr nêzîkî wî be. |
|
| 20 |
|
| Xwarina wî çiya didin, Ew çiyayên ku hemû heywanên çolê li wir dileyizin. |
|
| 21 |
|
| Ew di bin deviyên hinapê de radize, Li dera qamîş û ritamê. |
|
| 22 |
|
| Hinap wî bi siya xwe dinixêmin, Spîndarên gelî dor lê dipêçin. |
|
| 23 |
|
| Çem jî rabe, ew natirse, Çemê Şerîayê bide qirikê jî, ew ewle ye. |
|
| 24 |
|
| Gava çavê wî dibîne, kî dikare wî bigire Û bi xelekê pozê wî qul bike? |
|
|
|
|