|
| 1 |
|
| “Gelo tu dikarî Livyetan bi benê bikişînî? Tu dikarî zimanê wî bi kertikê girê bidî? |
|
| 2 |
|
| Gelo tu dikarî kertikek ji zilan li pozê wî bixî, Yan bi şewkê erçena wî qul bikî? |
|
| 3 |
|
| Wê gelekî lavayî te bike? Yan wê peyvên şîrîn ji te re bibêje? |
|
| 4 |
|
| Wê bi te re peymanê çêke Ku tu her û her wî bikî xulam? |
|
| 5 |
|
| Tu dikarî pê re bileyizî, çawa ku bi çivîkê re dileyizî? Tu dikarî ji bo şabûna keçên xwe wî girê bidî? |
|
| 6 |
|
| Gelo bazirgan li ser wî bazarê dikin? Gelo ew di nav taciran de, wî parve dikin? |
|
| 7 |
|
| Tu dikarî çermê wî bi zixta masiyan qulqulî bikî Û serê wî bi rimên masîgiran? |
|
| 8 |
|
| Destê xwe deyne ser wî, Şer bi bîr bîne, tê careke din dest nediyê. |
|
| 9 |
|
| Îcar hêviya girtina wî pûç e. Mirov bi dîtina wî jî nabizde? |
|
| 10 |
|
| Mirovekî tirsê tuneye ku wî hişyar bike, Îcar kî dikare derkeve pêşberî min? |
|
| 11 |
|
| Gelo kê deyn daye min ku ez lê vegerînim? Di bin tevahiya ezmanan de çi hebe, ya min e. |
|
| 12 |
|
| “Ezê li ser milên wî, lingên wî, Hêza wî ya zordar û laşê wî yê bi heybet hiş nebim. |
|
| 13 |
|
| Kî dikare pêşa cilên wî rake? Kî dikare bikeve navbera herdu erçenên wî? |
|
| 14 |
|
| Li ber diranên wî yên tirsdar, Kî dikare deriyê devê wî veke? |
|
| 15 |
|
| Pişta wî bi rêzên pûlikan hatiye çêkirin Ku bi morê hatiye girtin. |
|
| 16 |
|
| Ew ewqas nêzîkî hev hatine rêzkirin Ku hewa jî di nava wan re derbas nabe. |
|
| 17 |
|
| Ew bi hev ve girêdayî ne, Bi hev ve ne û ji hev nayên veqetandin. |
|
| 18 |
|
| Bênijandina wî ronahiyê dide, Çavên wî wekî tîrêjên şeveqê ne. |
|
| 19 |
|
| Ji devê wî xetîreyên bipêt dertên Û çirûskên êgir dipekin. |
|
| 20 |
|
| Ji pozê wî dû dertê, Çawa ku ji sîtilên kelandî û zilên şewitandî dertê. |
|
| 21 |
|
| Hilma wî perengan pêdixe Û pêt ji devê wî dertê. |
|
| 22 |
|
| Stûyê wî hêzdar e Û saw li pêş wî dileyize. |
|
| 23 |
|
| Qatên goştê wî bi hev ve zeliqandî ne, Li ser wî asê ne, naleqin. |
|
| 24 |
|
| Dilê wî wekî kevir hişk e, Wekî beraşê binî hişk e. |
|
| 25 |
|
| Gava ew radibe hêzdar ditirsin, Ji dengê rêveçûna wî, xwe winda dikin. |
|
| 26 |
|
| Gava şûr bi ser de ket, bi kêr nayê, Rim, zixt û tîr jî bi kêr neyên. |
|
| 27 |
|
| Li ba wî hesin wekî kayê, Tûnc wekî darê rizî ye. |
|
| 28 |
|
| Tîr wî nade revandin, Kevirên berkaniyê li gorî wî wekî pûş in. |
|
| 29 |
|
| Li ba wî gurz jî wekî pûş e, Ew bi êrîşa riman dikene. |
|
| 30 |
|
| Binzikê wî wekî perçeyên dîzikê tûj e, Wekî cercerê xwe bi ser heriyê de davêje. |
|
| 31 |
|
| Wekî sîtilekê avên kûr dikelîne, Deryayê wekî melhema nava dîzikê tevlihev dike. |
|
| 32 |
|
| Li pey xwe şopeke birqok dihêle, Mirov difikire ku porê spî yê avên kûr heye. |
|
| 33 |
|
| Li ser erdê hempayê wî tuneye, Ji bo netirse hatiye afirandin. |
|
| 34 |
|
| Ew her tiştê bilind biçûk dibîne, Padîşahê hemû qureyan e.” |
|
|
|
|