|
| 1 |
|
| “Ka gazî bike! Gelo kesê bersiva te bide heye? Tê berê xwe bidî kîjan hebûnên pîroz? |
|
| 2 |
|
| Bi rastî keder kesê ehmeq dikuje, Hesûdî mirovê sexik tune dike. |
|
| 3 |
|
| Min dît kesê ehmeq kok dide, Lê min yekser naletê li warê wî anî. |
|
| 4 |
|
| Zarokên wî ji ewlebûnê dûr in, Li ber dergehê dadgehê diperçiqin, Kes wan rizgar nake. |
|
| 5 |
|
| Mirovên birçî berê wî dixwin, Ew ji nav diriyan jî didin hev, Kesên tî li ber mal û milkê wî devê xwe vekirine. |
|
| 6 |
|
| Çimkî ne xerabî ji axê derdikeve, Ne jî derd ji erdê dipişkive. |
|
| 7 |
|
| Lê mirov ji bo derd û kulan tê dinyayê, Wekî çirûskên êgir ber bi jor dibin. |
|
| 8 |
|
| “Lê belê ez bûma, ezê li Xwedê bigeriyama, Min ê doza xwe ji Xwedê re bihişta. |
|
| 9 |
|
| Ew Xwedayê ku karên mezin ên nayên keşifkirin, Bêhejmar karên nûwaze dike. |
|
| 10 |
|
| Ew baranê dide rûyê erdê Û avê bi ser zeviyan ve dişîne. |
|
| 11 |
|
| Ew kesên nizim bilind dike Û şîniyan derdixe ewlehiyê. |
|
| 12 |
|
| Ew fikrên hîlekaran xera dike Ku destên wan bi ser nekevin. |
|
| 13 |
|
| Ew fenekan di fen û fûtên wan de digire Û şêwra xeraban yekser xera dike. |
|
| 14 |
|
| Ew bi roj rastî tariyê tên, Nava rojê, çawa ku şev e, bi dest û lepan dimeşin. |
|
| 15 |
|
| Lê ew hejaran ji ber devê şûrê wan, Ji destê hêzdaran rizgar dike. |
|
| 16 |
|
| Wî çaxî ji bo belengazan hêvî çêdibe, Xerabî devê xwe digire. |
|
| 17 |
|
| “Xwezî bi wî mirovê ku ji aliyê Xwedê ve hatiye erzşikandin, Loma jî tu terbiyekirina Karîndar kêm nebîne. |
|
| 18 |
|
| Çimkî ew diêşîne, ew dipêçe, Ew birîndar dike û destên wî baş dikin. |
|
| 19 |
|
| Wê te ji şeş tengasiyan rizgar bike, Cara heftan bela nêzîkî te nabe. |
|
| 20 |
|
| Wê te di xelayê de ji mirinê, Di şerî de ji destê şûr rizgar bike. |
|
| 21 |
|
| Tê ji qemçîkirina zimên dûr bimînî, Gava hilweşîn hat jê netirsî. |
|
| 22 |
|
| Tê li hilweşîn û xelayê bikenî Û ji heywanên hov netirsî. |
|
| 23 |
|
| Çimkî tê bi kevirên zeviyê re li hev bikî Û wê heywanên çolê bi te re aştiyê çêkin. |
|
| 24 |
|
| Tê bizanibî ku konê te di aştiyê de ye, Tê bala xwe bidî cihê xwe û kêmahiyekê nebînî. |
|
| 25 |
|
| Tê bibînî wê ziriyeta te zêde be Û şaxên te wekî giyayê erdê be. |
|
| 26 |
|
| Tê di pîrbûna xwe de herî gorê, Çawa ku qevdek di wextê xwe de tê civandin. |
|
| 27 |
|
| “Va ye me lê kola ku rast e, Loma guh bide û ji bo xwe bizanibe.” |
|
|
|
|