|
| 1 |
|
| Eyûb lê vegerand û got: |
|
| 2 |
|
| “Xwezî kedera min bihata kişandin Û bi belaya min re bixistana mêzînê! |
|
| 3 |
|
| Wê ji sêlaka deryayê girantir bûya, Loma wisa tewşo mewşo axivîm. |
|
| 4 |
|
| Çimkî tîrên Karîndar di nava min de ne, Ruhê min ji jehra wan vedixwe, Tirs û xofên Xwedê li pêşberî min rêz dibin. |
|
| 5 |
|
| Gelo kerê çolê li ber giyayê şîn dizire? Yan ga li ser êmê xwe dike borebor? |
|
| 6 |
|
| Gelo tiştekî bêtehm û bêxwê tê xwarin? Yan di spîka hêkê de tehm heye? |
|
| 7 |
|
| Dilê min naçe wan, Ew xurek min nexweş dikin. |
|
| 8 |
|
| “Xwezî daxwaza min pêk bihata Û Xwedê ya ku min bêrî kiriye bida min. |
|
| 9 |
|
| Xwezî Xwedê bi kerema xwe ez biperçiqandama, Destê xwe serbest berda û benê jiyana min bibiriya. |
|
| 10 |
|
| Wê ev ji min re bibûya teselî Û ezê di nav êşa xwe ya bêdawî de şa bûma. Çimkî min gotinên Yê Pîroz red nekir. |
|
| 11 |
|
| Qey hêza min çi ye ku ez bisekinim? Dawiya min çi ye ku ez sebir bikim? |
|
| 12 |
|
| Qey hêza min mîna keviran xurt e? Yan qey goştê min ji tûnc e? |
|
| 13 |
|
| Xêra min ji min re tuneye, Serketin ji min dûr e. |
|
| 14 |
|
| “Ji kesê dilkeder re, dilovaniya hevalan divê, Ew dev ji tirsa Karîndar berde jî. |
|
| 15 |
|
| Birayên min, wekî geliyekî bi min re xayîntî kir, Wekî newala ku carna diherike û carna naherike, |
|
| 16 |
|
| Ew bi qeşayê şîlo ye Û berf tê de veşartî ye. |
|
| 17 |
|
| Gava germ dibe nayê dîtin, Di kelakela germê de, di cihê xwe de tune dibe. |
|
| 18 |
|
| Di rê de ji bo çûna newalê karwan averê dibin Û di beriyê de tune dibin. |
|
| 19 |
|
| Karwanên Têmayê li avê digerin, Rêwiyên Sebayê bi hêvî lê dinêrin. |
|
| 20 |
|
| Ji ber ku pê ewle bûn, şermezar bûn Gihîştin wê derê lê hêvîşikestî bûn. |
|
| 21 |
|
| Niha hûn jî bûn wekî wê, Sawê dibînin û ditirsin. |
|
| 22 |
|
| Ma min ji we re gotibû: ‘Tiştekî bidin min, Ji bo min ji malê xwe bertîlê bidin, |
|
| 23 |
|
| Min ji destê dijmin xilas bikin An min ji destê zordaran azad bikin’? |
|
| 24 |
|
| “Hînî min bikin, ezê hiş bim, Min di çi de şaşîtî kir, ji min re eşkere bikin. |
|
| 25 |
|
| Gotinên rast çiqas hêzdar in! Erzşikandina we, ji bo çi ye? |
|
| 26 |
|
| Qey hûn dixwazin gotinên min rast bikin? Peyvên kesê neçar, qey wekî bayê ne? |
|
| 27 |
|
| Erê, we yê li ser sêwiyan pişk biavêta Li ser hevalê xwe bazarê bikira. |
|
| 28 |
|
| “Ji kerema xwe niha bala xwe bidin min! Ezê li rûyê we derewan li we nekim. |
|
| 29 |
|
| De bala xwe bidin min, bila neheqî çênebe, Dîsa bifikirin, rastbûna min di xeterê de ye. |
|
| 30 |
|
| Qey li ser zimanê min gotina neheq heye? Qey devê min niyeta xerab ji hev dernaxe? |
|
|
|
|