|
| 1 |
|
| “Gelo li vê dinyayê keda giran ne ji bo mirovan e? Rojên wan jî ne wekî rojên paleyekî ne? |
|
| 2 |
|
| Wekî koleyê bêriya siyê kiriye, Wekî karkerê li benda heqê xwe, |
|
| 3 |
|
| Mehên beredayî bi mîrasî bûn para min, Şevên biderd para min ketin. |
|
| 4 |
|
| Çaxê ez radizim, ez dibêjim: ‘Ezê kengê rabim?’ Şev dirêj dibe û heta serê sibê Li ser du aliyê xwe dizivirim. |
|
| 5 |
|
| Goştê canê min bi ax û kurmikan tije ye, Çermê min hişk dibe û diterike. |
|
| 6 |
|
| “Rojên min ji mekûka tevnê bi leztir, Bêyî ku hêviyek hebe diqedin. |
|
| 7 |
|
| Ya Xwedê, bi bîr bîne ku jiyana min hilmek e, Wê çavê min careke din qenciyê nebîne. |
|
| 8 |
|
| Wê çavên ku niha li min dinêrin careke din min nebînin, Wê çavên te li ser min bin lê ezê tune bim. |
|
| 9 |
|
| Ewr belav dibe û diçe Û kesê ku dadikeve diyarê miriyan careke din ranabe. |
|
| 10 |
|
| Êdî ew nazivire mala xwe Û êdî cihê wî, wî nas nake. |
|
| 11 |
|
| “Loma ezê devê xwe negirim, Bi tengasiya ruhê xwe bêjim, Bi êşa canê xwe bikim gazin. |
|
| 12 |
|
| Qey ez derya yan cinawirê deryayê me Ku te nobedar danî ser serê min? |
|
| 13 |
|
| Gava min got wê nivîna min, min teselî bike Û dewşeka min giliyê min ê giran rawestîne, |
|
| 14 |
|
| Tu min bi xewnan ditirsînî Û min bi dîtiniyan dibizdînî. |
|
| 15 |
|
| Ji dêla van hestiyên diêşin, Xweziya xwe bi fetisîn û mirinê tînim. |
|
| 16 |
|
| Dilê min ji jiyana min diqeliqe Û heta hetayê naxwazim bijîm. Destê xwe ji min bişo, Çimkî rojên min hilmek in. |
|
| 17 |
|
| “Mirov çi ye ku tu wî mezin bikî, Çi ye ku dilê xwe pê mijûl bikî |
|
| 18 |
|
| Ku tu her sibe bala xwe bidiyê Û hergav wî biceribînî? |
|
| 19 |
|
| Ma tê heta kengê çavê xwe ji ser min nedî alî? Û ma tê nehêlî ez tifa xwe jî daqurtînim? |
|
| 20 |
|
| Ya çavdêrê mirovan, Heke min guneh kiribe, min çi bi te kir, Ji bo çi te ez ji xwe re kirim armanc? Û çima ez ji te re bûm bar? |
|
| 21 |
|
| Ji bo çi tu gunehên min nabexişînî Û sûcê min efû nakî? Çimkî di nêz de ezê bikevim binê axê. Tê pir li min bigerî lê ezê tunebim.” |
|
|
|
|