|
| 1 |
|
| Bîldadê Şûahî lê vegerand û got: |
|
| 2 |
|
| “Heta kengê tê van tiştan bêjî Û gotinên devê te wekî bayekî xurt bin? |
|
| 3 |
|
| Gelo Xwedê edaletê, Yê Karîndar ya rast şaş dike? |
|
| 4 |
|
| Heke kurên te li dijî wî guneh bikin, Wî ew dane destê gunehê wan. |
|
| 5 |
|
| Heke tu yekser rabî û li Xwedê bigerî Û ji Karîndar lava bikî, |
|
| 6 |
|
| Heke tu pak û dilrast bî, Bêguman wê ji bo te yekser hişyar bibe Û te vegerîne warê ku tu heq dikî. |
|
| 7 |
|
| Destpêka te biçûk be jî, Wê rojên te yên dawî gelek mezin bin. |
|
| 8 |
|
| “Niha tu ji nifşên berê bipirse Û bifikire, ka bav û kalên wan çi dîtin. |
|
| 9 |
|
| Çimkî hê em duh hatin dinyayê, em tiştekî nizanin, Rojên me yên li ser rûyê erdê tenê sî ne. |
|
| 10 |
|
| Ma wê hînî te nekin û ji te re nebêjin? Ma wê ji dilê xwe gotinan nebêjin? |
|
| 11 |
|
| “Ma li dera ku ritam lê tuneye qamîş derdikevin? Li dera ku av lê tuneye çîqil mezin dibin? |
|
| 12 |
|
| Hê gava ter in û nehatine jêkirin, Beriya hemû giyayan diçilmisin. |
|
| 13 |
|
| Riya hemû kesên ku Xwedê ji bîr kirine ev e Û wê hêviya kesê xwedênenas tune bibe. |
|
| 14 |
|
| Ya ku ew pê ewle ye dişikê, Ya ku wî xwe spartiyê, konê pîrê ye. |
|
| 15 |
|
| Pîrik xwe dispêre konê xwe lê dipelişe, Xwe pê ve dizeliqîne lê wê ranagire. |
|
| 16 |
|
| Wekî pîrikê, Xwedênenas li ber tavê şîn dibe Û şaxên wî dertên ser bexçe. |
|
| 17 |
|
| Koka wî xwe li şikêra keviran dipêçe, Di nav keviran de cih digere. |
|
| 18 |
|
| Heke ji cihê wî bê rakirin, Cihê wî dibêje: ‘Min tu nedîtî’ û wî înkar dike. |
|
| 19 |
|
| Va ye riya şahiya wî wiha diqede, Di cihê wî de giyayên din dertên. |
|
| 20 |
|
| “Nexwe Xwedê kesê kamil ji xwe navêje Û bi destê kesên xerabiyê dikin nagire. |
|
| 21 |
|
| Wê dîsa devê te bi ken tije bike Û lêvên te bi qîrînên şahiyê. |
|
| 22 |
|
| Wê kesên ji te nefret dikin bi şermê bên rapêçandin Û konê xeraban tune bibe.” |
|
|
|
|