|
| 1 |
|
| Eyûb lê vegerand û got: |
|
| 2 |
|
| “Bi rastî, ez zanim wisa ye, Ma mirov çawa dikare li ber Xwedê rast derkeve? |
|
| 3 |
|
| Heke kesek pê re devjeniyê bike, Ji hezaran yek jî nikare bersiva wî bide. |
|
| 4 |
|
| Yê ji dil şehreza û di hêzê de xurt, ew e, Kî li dijî wî rabû û aştî dît? |
|
| 5 |
|
| Ew çiyayan ji cihê wan radike, Lê haya wan jê çênabe, Ew bi hêrsa xwe wan serobino dike. |
|
| 6 |
|
| Ew dinyayê ji cihê wê dihejîne Û stûnên wê dilerizîne. |
|
| 7 |
|
| Ew li rojê emir dike, roj dernakeve Û stêran mor dike û dinixême. |
|
| 8 |
|
| Ew tenê dikare ezmanan bitikîne Û li ser pêlên deryayê dimeşe. |
|
| 9 |
|
| Komstêrên Hirça Mezin û Oriyon, Komstêrên Perwîn û Başûr afirandine. |
|
| 10 |
|
| Karên mezin ên ku nayên zanîn Û kerametên bêhejmar çêkirine. |
|
| 11 |
|
| Binêrin, di ber min re derbas dibe, ez wî nabînim, Derbas dibe û diçe, haya min jê çênabe. |
|
| 12 |
|
| Çaxê nêçîra xwe bigire, kî dikare vegerîne? Kî dikare jê re bêje: ‘Tu çi dikî?’ |
|
| 13 |
|
| Xwedê hêrsa xwe venagerîne, Alîkarên Rahav xwe li ber wî ditewînin. |
|
| 14 |
|
| “Ez çawa dikarim bersiva wî bidim? Ez çawa pê re peyvan hilbijêrim? |
|
| 15 |
|
| Ez mafdar jî bim, min bersiva wî nedida, Ji bo rehmê min ji dadgerê xwe lava nedikir. |
|
| 16 |
|
| Heke min gazî wî bikira û wî bersiva min bida, Dîsa jî min ê bawer nekira ku ew ê guh bide dengê min. |
|
| 17 |
|
| Ew ê ku bi bahozê min diperçiqîne Û bêsedem birînên min zêde dike. |
|
| 18 |
|
| Ew nahêle ku ez hilmê bistînim, Ew tenê min bi êşê têr dike. |
|
| 19 |
|
| Heke hêz be, ew hêzdar e, Heke pirsa edaletê be, Kî dikare wî bîne ber dîwanê? |
|
| 20 |
|
| Ez mafdar jî bim, devê min, min sûcdar dike, Ez kamil jî bim, ew min sûcdar dertîne. |
|
| 21 |
|
| “Ez bêsûc jî bim, ne xema min e, Jiyana xwe kêm dibînim. |
|
| 22 |
|
| Hemû yek e! Loma ez dibêjim: ‘Ew kamil û xerab diqedîne.’ |
|
| 23 |
|
| Gava bela jinişkave mirinê tîne, Ew tinazên xwe bi tengasiyên bêsûcan dike. |
|
| 24 |
|
| Dinya ketiye destê xeraban, Ew çavê dadgeran dinixême. Gelo ne ew be, kî ye? |
|
| 25 |
|
| “Rojên min ji qasidekî bi leztir, Bêyî ku qenciyê bibînin direvin. |
|
| 26 |
|
| Derbas dibin û diçin, wekî kelekên sivik, Wekî eyloyekî xwe noqî ser nêçîra xwe dike. |
|
| 27 |
|
| Heke ez bêjim: ‘Ezê giliyê xwe ji bîr bikim, Rûyê xwe biguherim û bibişirim,’ |
|
| 28 |
|
| Ez ji hemû derdên xwe ditirsim, Ez dizanim, tê min bêsûc dernexî. |
|
| 29 |
|
| Ezê sûcdar bêm derxistin, Nexwe, ez çima badilhewa xwe biwestînim? |
|
| 30 |
|
| Heke ez bi ava berfê bêm şûştin Û destên xwe bi ava xweliyê paqij bikim, |
|
| 31 |
|
| Tê min bixî çala pîsîtiyê, Ezê ji cilên xwe re kirêt bim. |
|
| 32 |
|
| Çimkî ew wekî min ne mirov e Ku ez bersiva wî bidim Û pê re herim ber dîwanê. |
|
| 33 |
|
| Di navbera me de dadgerek tuneye Ku destê xwe deyne ser me herduyan. |
|
| 34 |
|
| Bila ew darê xwe ji ser min hilîne Û bi sawa xwe min nebizdîne. |
|
| 35 |
|
| Wî çaxî min ê bigota û jê netirsiyama, Lê niha ez ne li ser hişê xwe me. |
|
|
|
|