Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Pesnê Xudan bidin! Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin, Bi emrên wî gellek dilşa dibin! |
| 2 |
| Wê nîjada wan li rûyê erdê hêzdar be, Wê nîjada rastan pîroz be. |
| 3 |
| Wê mala wî di firehî û dewlemendiyê de be, Rastdariya wî her û her bimîne. |
| 4 |
| Ji bo rastan di tariyê de ronahî dertê: Ew dilovan, keremdar û rastdar e. |
| 5 |
| Xwezî bi wî ku destfireh e û deyn dide, Ew karên xwe bi dadperwerî dike! |
| 6 |
| Ew tu car naleqe, Yê rastdar her û her tê bibîranîn. |
| 7 |
| Ew natirse ji xebera xerab, Bi Xudan ewledar e, dilê wî bêleq e. |
| 8 |
| Ew mêrxas e, natirse, Di dawiyê de, têkçûna dijminên xwe dibîne. |
| 9 |
| Wî belav kir, wî da hejaran; Rastdariya wî her û her dimîne, Qiloçê wî bilind dibe. |
| 10 |
| Yê xerab, vê dibîne, aciz dibe, Diranên xwe diqirçîne, dihele, diqede. Daxwaza xeraban tune dibe. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/112.mp3
150
112