Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ez bi dengê xwe hawar dikim li Xudan, Bi dengê xwe ji Xudan re lava dikim. |
| 2 |
| Ez dirêjim ber wî, gazinên xwe, Li pêş wî dibêjim, tengahiyên xwe. |
| 3 |
| Gava ku ruhê min di hundirê min de dixeriqe, Tu bi riya min dizanî. Li ser riya ku ez dimeşiyam, bi dizî dafik danîn. |
| 4 |
| Li aliyê min ê rastê binêre û bibîne, Tu kes min nahesibîne, Dera ku ez xwe bispêrimê nema, Tu kes bala xwe nade min. |
| 5 |
| Ez li te dikim hawar, ya Xudan: Min got, «Stargeha min, Li diyarê jîndaran, para min tu yî.» |
| 6 |
| Goh bide hawara min, Çimkî ez pirr neçar im; Tu min, ji yên ku min dipelçiqînin azad ke, Çimkî ew xurttir in ji min. |
| 7 |
| Tu min ji zîndanê derîne, Da ku ez spasî bidim navê te. Hingê wê yên rast bipêçin dora min, Çimkî tê qenciyê bikî bi min. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/142.mp3
150
142