Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Duaya min bibihîze, ya Xudan, Goh bide lavakirina min! Bi dilsoziya xwe, bi rastdariya xwe min bibersivîne! |
| 2 |
| Evdê xwe derneyne pêş dîwanê, Çimkî tu kesê jiyandar, li pêş te dernakeve rastdar. |
| 3 |
| Dijmin daye pey min, Jiyana min li bin gohê erdê xist. Min li tariyê daye rûniştin. Wek yên ku ji zû ve mirin. |
| 4 |
| Loma ruhê min di hundirê min de dixeriqe, Dilê min perîşan e. |
| 5 |
| Ez rojên borî bibîr tînim, Bi kûrî li ser hemû karên te difikirim, Ez li karên destê te difikirim û ji xwe diçim. |
| 6 |
| Destên xwe ji te re vedikim, Canê min wek axa ziwa ji te re, tî bûye. |
| 7 |
| Zû bersîv bide min, ya Xudan, Ruhê min derdikeve. Ruyê xwe ji min nenixême, Da ku ez nemînim, yên ku dadikevin gorê. |
| 8 |
| Serê sibê, kerema xwe bi min bide bihîstin, Çimkî ez bi te bawer im; Riya ku ezê herim nîşanî min bide, Çimkî ez canê xwe ji te re bilind dikim. |
| 9 |
| Tu min ji dijminên min azad ke, ya Xudan; Ez xwe dispêrim te. |
| 10 |
| Min hîn bike, da ku ez daxwaza te bînim cih, Çimkî tu Xwedayê min î. Bila ruhê te yê qenc, Di rê de rêberiya min bike! |
| 11 |
| Ya Xudan, ji bo navê xwe min bijîne, Bi rastdariya xwe min ji tengahiyê derîne. |
| 12 |
| Bi kerema xwe, Tu helaq bike dijminên min, Tune bike, hemû yên ku tengahiyê didin min, Çimkî ez evdê te me. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/143.mp3
150
143