Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Pesnê Xudan bidin! Çiqas qenc û xweş e ku em bi lavijan pesnê Xwedayê xwe bidin! Pezindan bi wî dikeve. |
| 2 |
| Yê ku Orşelîmê ava dike Xudan e, Ew, surgûnên Îsraêlê dide hev. |
| 3 |
| Ew dilşikestiyan baş dike, Û birînên wan dipêçe. |
| 4 |
| Ew hejmara stêran kifş dike, Bi navê her yekê ji wan, bang lê dike. |
| 5 |
| Rebê me mezin û gellek hêzdar e, Sînor ji têgihîştina wî re nîne. |
| 6 |
| Xudan bindestan radike, Xiraban li bin gohê erdê dixe. |
| 7 |
| Bi spasî ji Xudan re lavijan bistrînin, Bi çengê, bi lavijan pesnê Xwedayê me bidin. |
| 8 |
| Ew, bi ewran ezmanan dinixême Ew amade dike baranê, ji bo rûyê erdê, Ew li çiyayan giya dertîne. |
| 9 |
| Ew qûtê heywanan dide wan, Têjika qirê ya ku diqîre têr dike. |
| 10 |
| Ew ji hêzdariya hespê kêf nastîne, Ji lingên mirov razî nîne. |
| 11 |
| Xudan, ji yên ku ji wî ditirsin, Ji yên ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin, razî ye. |
| 12 |
| Ey Orşelîm, Xudan berz bike! Ey Sîyon, pesnê Xwedayê xwe bide! |
| 13 |
| Çimkî wî, hesinên deriyên te zexim kir, Zarokên nav te pîroz kir. |
| 14 |
| Ew aştiyê dide sînorên te, Bi genimê herî baş, têr dike te. |
| 15 |
| Ew fermana xwe dişîne dinê, Peyva wî zû belav dibe. |
| 16 |
| Ew, wek livvayê berfê dibarîne, Wek xweliyê cemedê direşîne. |
| 17 |
| Ew zîpika gir ji jor ve dibarîne, Kî dikare li ber serma wî bisekine? |
| 18 |
| Ew peyva xwe dişîne, wan dihelîne, Bayê radike, avan diherikîne. |
| 19 |
| Ew peyva xwe digihîne Aqûb, Qanûn û rêznameyên xwe radigihîne Îsraêlê. |
| 20 |
| Wî ji bo tu miletî weha nekir, Ew dadbariyên wî nizanin. Pesnê Xudan bidin! |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/147.mp3
150
147