Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Çi ye ev kelîna gelan, Vala fikirîna miletan? |
| 2 |
| Padîşahên dinê radibin ser lingan, Desthilatdar, li hember Xudan û meshkiriyê wî, Ava dikin yekîtiyan û dibêjin: |
| 3 |
| «Em biqetînin girêdanên wan Ji ser xwe bavêjin benê wan.» |
| 4 |
| Ji textê ezmanan dikene bi wan, Şa dibe Xudan bi kirina wan. |
| 5 |
| Hingê wê bi hêrs ji wan re bêje, Bi xezeba xwe wan têxe dehşetê: |
| 6 |
| «Ez im, yê ku padîşahê xwe, Li ser çiyayê pîroz, Siyonê da rûniştin.» |
| 7 |
| Ezê qanûna Xudan bidim belavkirin, Wî ji min re got, «Tu yî kurê min. Îro ez ji te re bûm bav.» |
| 8 |
| Ji min bixwaze, ezê wek mîras miletan, Bi milkî çar kujên dinê bidim te. |
| 9 |
| Tê bi darê hesin wan bişikînî, Wek derdanek kûzçêker, ji hev biqetînî. |
| 10 |
| Ey padîşahno, êdî bi aqil bin! Ey serokên dinê, dersê hilînin! |
| 11 |
| Bi tirs ji Xudan re bibin xizmetkar, Bilerizîn, bibin bextiyar. |
| 12 |
| Kur maç bikin, da ku hêrs nebe, Kes ji we, li ser rê tune nebe. Çimkî bi derbekê radibe hêrsa wî, Xwezî bi wan, ku xwe avêtine wî. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/002.mp3
150
2