Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ya Xudan, ez gazî te dikim, Ey zinarê min, tu negire gohê xwe li min; Eger tu gohê xwe nedî min, Ezê bibim wek wanên ku dişeqitin gorê. |
| 2 |
| Gava ku min li te kir hawar, Destên xwe vekir li pêş perestgeha te ya pîroz, Bibihîze dengê hawara min. |
| 3 |
| Min bi xerab û fesadîkiran re, Neke eynî mêzînê. Ew ji cîranên xwe re aştî dibêjin, Belê di dilê wan de xerabî heye. |
| 4 |
| Li gor kirinên wan, li gor karên wan ên xerab bide wan; Li gor karên destê wan, ya ku heq kirine tu bide wan. |
| 5 |
| Madem ku ew bala xwe nadin karên destê wî, Û nahesibînin kirinên Xudan, Ewê hilweşîne, ava neke wan. |
| 6 |
| Pîroz be Xudan, Çimkî wî bihîst dengê hawara min. |
| 7 |
| Hêz û mertalê min e Xudan, Dilê min bi wî ewle, bi wî alîkarî dît. Bi şabûna dilê xwe, Spas dikim jê re bi îlahiyan. |
| 8 |
| Xudan, hêza gelê xwe ye, Kela rizgariya mesîhê xwe ye. |
| 9 |
| Gelê xwe rizgar ke, mîrasa xwe pîroz ke; Şivantiyê bike li wan û hergav hilgire wan! |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/028.mp3
150
28