Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ez te bilind dikim ya Xudan, Çimkî te ez xelas kirim, Te dijminên min bi min neda şakirin. |
| 2 |
| Ya Xudan Xwedayê min, Min li te kir hawar, te şîfa da min. |
| 3 |
| Ya Xudan, te canê min derxist ji diyarê miriyan, Da ku ez nekevim gorê te da min jiyan. |
| 4 |
| Ey hûn dilsozên Xudan, pesnê wî bidin bi îlahiyan, Ji bîranîna navê wî yê pîroz re şikir bikin. |
| 5 |
| Çimkî ji bo gavakê ye hêrsa wî, Her û her e kerema wî; Belkî bi şev girîn e, Belê serê sibê şên û şahî ne. |
| 6 |
| Min di firehiyê de got, «Ezê tu caran nehejim!» |
| 7 |
| Bi kerema xwe ya Xudan, Te ez bêleq kirim wek çiyan; Gava te rûyê xwe nixamt, Ez ketim tirs û sawan. |
| 8 |
| Ya Xudan ez gazî te dikim, Ji te dikim lava: |
| 9 |
| «Eger dakevim gorê, Bi kêrî çi tê xwîna min? Ma ax ji bo te dibe spasdar, Ji bo dilisoziya te dibe agahkar? |
| 10 |
| Bibihîze ya Xudan, li min were rehmê; Ya Xudan ji min re bibe alîkar!» |
| 11 |
| Te şîna min ji bo min kir dîlan, Şêla min deranî, ez bi şahî rapêçam. |
| 12 |
| Da ku, dilê min bi îlahiyan pesnê te bide, nesekine! Ya Xudan Xwedayê min, ezê her û her ji te re bibim spasdar. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/030.mp3
150
30