Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ey rastno, bi Xudan şa bin! Şikirkirin bi rastan dikeve. |
| 2 |
| Çengê lêxin spasî bidin Xudan, Bi santûra deh têl jê re bêjin îlahiyan. |
| 3 |
| Ji wî re îlahiyek nû bêjin, Bi dengekî bilind û xweş bêjin. |
| 4 |
| Çimkî ripîrast e gotina Xudan, Bi dilsozî dike ew her karan. |
| 5 |
| Ji rastî û edaletê hez dike, Heskirina wî dinê tije dike. |
| 6 |
| Ezman bi peyva Xudan, Roj û heyv û stêr, bi hilma wî hatin afiran. |
| 7 |
| Ew avên deryayê li hev dicivîne, Avên kûr di sarincan de bi ser hev tîne. |
| 8 |
| Bila bitirse hemû erd ji Xudan, Hurmetê jê re nîşan bide herkesê li tevahiya cîhan. |
| 9 |
| Çimkî wî got û her tişt çêbû; Wî ferman kir her tişt xuya bû. |
| 10 |
| Xudan xera dike şêwra miletan, Vala dertîne fikrên gelan. |
| 11 |
| Şêwra Xudan her û her e, Fikra dilê wî, di dema tu nifşî de naguhere. |
| 12 |
| Xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e, Ew gel ku wî wek mîras hilane! |
| 13 |
| Ji ezmanan dinihêre Xudan, Ew dibîne hemû mirovan. |
| 14 |
| Ji dera runiştî, Dinihêre li hemû yên li ser erdê rûniştî. |
| 15 |
| Ew e yê ku dilê her kesî afirand, Ew fêm dike hemû karên mirovan. |
| 16 |
| Padîşahê ku bi pirrbûna leşkerên xwe xelas dibe tune, Mêrxasê ku bi pirrbûna hêza xwe xelas bûne li kune? |
| 17 |
| Ji bo xelasiyê hesp tiştek vala ye, Bi hêza xwe ya mezin ne xelasiya tu kesa ye. |
| 18 |
| Belê çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin, Li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin; |
| 19 |
| Heta ku, ew xelas dike canê wan ji mirinê, Wan dide jiyîn dema xela û tunebûnê. |
| 20 |
| Li benda Xudan e canê me, Ew e alîkar û mertalê me. |
| 21 |
| Çimkî bi wî şa ye dilê me, Bi navê wî yê pîroz e ewlehiya me. |
| 22 |
| Me hêviya xwe bi te ve girêda ye, ya Xudan, Bila kerema te be li ser me hemûyan! |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/033.mp3
150
33