Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ezê hergav, şikir bikim ji bo Xudan, Pesnê wî ji devê xwe dernexim tu caran. |
| 2 |
| Ez bi Xudan didim pesnê xwe, Bindest dibihîzin, distînin şahiya xwe! |
| 3 |
| Bi min re mezinahiya Xudan bidin bihîstin, Em bi hev re navê wî bilind kin. |
| 4 |
| Ez li Xudan geriyam wî bersîv da min, Wî ez azad kirim, ji hemû tirsên min. |
| 5 |
| Yên ku li wî dinêrin, dibiriqe ser çavê wan, Ji şerman sor nabe rûyê wan. |
| 6 |
| Vî bindestî kir hawar, bihîst wî Xudan, Wî ew xelas kir ji hemû tengahiyan. |
| 7 |
| Dora yên ku jê ditirsin, dipêçe milyaketê Xudan, Û xelas dike wan. |
| 8 |
| Tam bikin û bibînin, çi qenc e Xudan. Xwezî bi wî zilamî ku xwe spartiye Xudan! |
| 9 |
| Ji Xudan bitirsin, ey hûn pîrozên wî, Çimkî kêmahiya wî çênabe, yê ku ditirse ji wî. |
| 10 |
| Birçî û muhtac dibin, şêrên ciwan, Belê tu qencî, ji yên ku li Xudan digerin nayê dirixan. |
| 11 |
| Werin ey zarokno, goh bidin min ji can, Ezê hînî we bikim tirsa Xudan. |
| 12 |
| Kî dixwaze ji jînê kêf bistîne, Rojên xweş û dirêj bibîne? |
| 13 |
| Zimanê xwe ji xerabiyê, Lêva xwe bigire ji hîlekariyê. |
| 14 |
| Ji xerabiyê bireve, qenciyê bike, Li aştiyê bigere, li pey wê here. |
| 15 |
| Çavê Xudan li ser rastan e, Gohên wî vekirî li hawara wan e. |
| 16 |
| Ruyê Xwedê li hember xerabîkaran e, Da ku navê wan ji dinê hilîne. |
| 17 |
| Feryada rastan, dibihîze Xudan, Wan azad dike ji hemû tengahiyan. |
| 18 |
| Nêzikî dilşikestiyan e Xudan, Ruhê wî rizgar dike bindestan. |
| 19 |
| Pirr gellek in derdê rastan, Belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan. |
| 20 |
| Digre ew hemû hestiyên wan, Nahêle ku yek bişikê ji wan. |
| 21 |
| Xerabî, yê xerab dukuje, Yê ku ji yê rast nefret dike, tê dadbarkirin. |
| 22 |
| Ji bo evdên xwe xilaskar e Xudan, Yên ku xwe dispêrin wî, nastînin tu cezayan. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/034.mp3
150
34