|
| 1 |
|
| Ya Xudan, yên ku bela xwe di min didin tu bide bela wan. Yên ku bi min re şer dikin tu bike şerê wan! |
|
| 2 |
|
| Tu hilde mertalê biçûk û mertalê mezin, Rabe were alîkariya min! |
|
| 3 |
|
| Rahêje rim û misasa xwe, pêşî li yên ku dane pey min bibire, Ji canê min re bêje, «Ezê te xelas kim!» |
|
| 4 |
|
| Yên ku li kuştina min digerin, bila rezîl û riswa bibin! Yên ku li xerabiya min digerin, bila bi şermî şûn ve vegerin! |
|
| 5 |
|
| Bila bibin wek hurikê kayê yê li ber bayê, Milyaketê Xudan bi pey wan bikeve! |
|
| 6 |
|
| Bila tarî û şematok be riya wan, Milyaketê Xudan bide pey wan! |
|
| 7 |
|
| Çimkî, bêsedem wan di çalê de li pêş min dafik danî, Bêsedem wan, ji bo canê min çalik kolan, |
|
| 8 |
|
| Bila bê haypêketina wan, felaket bê serê wan, Tora ku veşartine, bibe sedemê girtina wan, Û bîne felaketa wan. |
|
| 9 |
|
| Hingê ezê bi Xudan şa bim, Bi xelaskirina wî bibînim şahî. |
|
| 10 |
|
| Bi hemû dilê xwe weha bêjim: «Ma kesî wek te heye ya Xudan, Te xelas kir bindest ji destê zordaran, Bindest û hejar ji şêlînkaran?» |
|
| 11 |
|
| Şahidên derewîn radibin, Ya ku ez nizanim ji min dipirsin. |
|
| 12 |
|
| Di ber qenciya min de, dikin xerabî, Da ku canê min bêhêvî bihêlin. |
|
| 13 |
|
| Min ku di nexweşîna wan de şêl li xwe dikir, Bi rojîgirtinê xwe diêşand, Û hergav dua dikir. |
|
| 14 |
|
| Li hember wan ez dost bûm, min ew bira didîtin, Wek yê ku ji bo diya xwe şînê digire, Bi şînê ez piştxûz bûm. |
|
| 15 |
|
| Belê bi terpilîna min, kêfxweş bûn û li hev civiyan, Bêyî ku ez bizanibim, yên nizim li hember min civiyan, Bê rawest buxtanan avêtin ser min. |
|
| 16 |
|
| Wek qeşmerên qirêjî yên ziyafetan, Wan diran li min qirqiçand. |
|
| 17 |
|
| Tê heta kîngê li vê yekê temaşe kî ya Xudan? Xelas ke canê min ji êrîşan, Jiyana min ji destê şêrên ciwan! |
|
| 18 |
|
| Di civîna mezin de ezê şikir bikim ji bo te, Li pêş hemûyan bidim pesnê te. |
|
| 19 |
|
| Bila şa nebin yên ku bêsedem bûne dijminên min, Yên ku bêsedem ji min nefret dikin, Bila ji hev re çav nekin. |
|
| 20 |
|
| Çimkî ew nabêjin gotina aştiyê, Li hember yên ku rihet sekinî ne dikin hîlebaziyê. |
|
| 21 |
|
| Li hember min devê xwe fireh vekirin: «Ox! Ox!» dibêjin, «Li wî binêrin!» |
|
| 22 |
|
| Ya ku çêbû, te dît ya Xudan, bêdeng nemîne, Ya Reb tu ji min dûr nemîne! |
|
| 23 |
|
| Ya Xwedayê min, ya Rebê min, Dest rake, hişyar be ji bo maf û doza min! |
|
| 24 |
|
| Li gor edaleta xwe tu min mafdar derîne, ya Xudan Xwedayê min, Bila kes şa nebe bi halê min! |
|
| 25 |
|
| Bila di dilê xwe de nebêjin: «Ox! Ev bû daxwaza me!» Li pey min nebêjin: «Me serê wî xwar!» |
|
| 26 |
|
| Bila şerm bikin yên ku şa dibin bi rewşa min a xerab, Ruyê wan sor bibe; Yên ku li ber min pozbilindiyê dikin, Rezîl û şermî bibin. |
|
| 27 |
|
| Yên ku diparêzin doza min a mafdar, Bila şa bin, dilşa bin; Û bila hergav bêjin: «Xudanê ku ji aştiya evdê xwe xweş e, mezin e!» |
|
| 28 |
|
| Wê zimanê min edaleta te bêje, Tevahiya rojê pesnê te bide. |
|
|
|
|