Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ber wan nekeve, yên ku dikin xerabî, Ne jî biheside, yên ku dikin fesadî! |
| 2 |
| Çimkî ewê wek giya zû bên çinîn, Û wek sebza şîn biçilmisin. |
| 3 |
| Tu xwe bispêre Xudan, bike qencî, Li welat rûnê, xwedî bibe bi ewlehî. |
| 4 |
| Ji Xudan lezetê bistîne, Ewê daxwazên dilê te bi cih bîne. |
| 5 |
| Riya xwe ji wî re bihêle xwe bispêre Xudan, Ewê bîne cih hemû pêwistiyan. |
| 6 |
| Ewê rastdariya te wek ronahiyê, Heqê te, wek roja dana derîne. |
| 7 |
| Li pêş Xudan bêdeng be, bi aramî raweste; Hêrs nebe li wan ku di riya xwe de bikêr in, Ber yê hîlekar nekeve. |
| 8 |
| Ji hêrsê bireve, dev ji xezebê berde. Ber nekeve, tenê ew te dibe xerabiyê. |
| 9 |
| Çimkî wê xerab bên birrîn û avêtin Belê hêvîdarên Xudan, welat mîras distînin. |
| 10 |
| Di nêz de wê dawiya yê xerab bê, Tu bigerî jî, wê neyê dîtin ciyê wî. |
| 11 |
| Wê nefsbiçûk mîras bistînin welat, Ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet. |
| 12 |
| Yê xerab li ber yê rast kozikan datîne, Diranê xwe jê re diqirçîne. |
| 13 |
| Belê Reb bi yê xerab dikene, Çimkî dibîne ku roja wî tê. |
| 14 |
| Şûrên xwe kişandin, tîrên xwe tikandin xeraban, Da ku li erdê xin bindest û hejaran, Bikujin yên ku li ser riya rast in. |
| 15 |
| Wê şûrê wan têkeve dilê wan, Bê şikandin kevanê wan. |
| 16 |
| Piçek hebûna rastan, Çêtir e ji serweta xeraban. |
| 17 |
| Çimkî wê bê şikandin zendên xeraban, Wê Xudan bilind bike rastan. |
| 18 |
| Xudan bi rojên gihîştiyan dizane, Her û herî jî, mîrasa wan e. |
| 19 |
| Di roja xerab de wê şermî nebin, Di xelayê de wê têr bibin. |
| 20 |
| Belê wê xerab tune bibin; Dijminên Xudan, wê biçilmisin wek kulîlkên çolan, Wê telef bibin wek mijan. |
| 21 |
| Yê xerab bi deyn distîne, venagerîne; Yê rast bi comerdî dide. |
| 22 |
| Yên ku Xudan pîroz kirine, wê welat mîras bistînin. Yên ku wî ew nalet kirine, wê ji navê bên hilanîn. |
| 23 |
| Xudan, bi mirov dide avêtin gavan, Eger ew razî be ji riya wan. |
| 24 |
| Bikeve jî dirêj nabe ew li erdan, Çimkî bi destê wî digire Xudan. |
| 25 |
| Ciwan bûm, niha ez pîr im, Min nedît ku yê rast hat berdan, An dûndana wî pars kir, ji bo nan. |
| 26 |
| Ew tev bi comerdî deyn dide. Dûndana wî pîroz dibe. |
| 27 |
| Ji xerabiyê bireve, qenciyê bike; Tê her û her bimînî. |
| 28 |
| Çimkî ji rastiyê hez dike Xudan, Bernade ew evdên xwe, wan dilsozan. Ew wan diparêze her û her, Dûndana xeraban tê birrîn. |
| 29 |
| Yên rast welat mîras distînin, Her û her li wê derê rûdinin. |
| 30 |
| Ji devê yê rast şehrezayî dertê, Zimanê wî ya rast dibê. |
| 31 |
| Şerîeta Xwedê di dilê wî de ye, Naşemitin gavên wî. |
| 32 |
| Xerab li pey yê rast dinêre, Ew li kuştina wî digere. |
| 33 |
| Belê Xudan wî nade destê yê xerab, Di dîwankirinê de nade cezakirin. |
| 34 |
| Li hêviya Xudan be, riya wî bipê. Wê te bilind bike, da ku tu mîras bistînî welat, Tê bibînî, ka çawa koka xeraban hat. |
| 35 |
| Min zilamê xerab û bêrehm dît, Wek dara ku li ciyê xwe şîn bûye, Şax û gulî dabû; |
| 36 |
| Belê derbas bû, êdî tune bû, Ez lê geriyam nehat dîtin, çûbû. |
| 37 |
| Çavê xwe bide zilamê gihîştî, li wî binêre, Çimkî pêşeroj ya aştîhezan e. |
| 38 |
| Wê bi hev re tune bibin serhildêr, Û pêşeroja xeraban bê birrîn. |
| 39 |
| Xelasiya rastan tê ji Xudan, Ew birca wan e dema tengahiyan. |
| 40 |
| Xudan ji wan re dibe alîkar, rizgariya wan tîne, Ji destê xeraban xelas dike, azadiya wan tîne, Çimkî wan xwe li wî spartine. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/037.mp3
150
37