Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Gava ku min li te kir hawar, Bersîva min bide, ey Xwedayê min! Ji tengahiyan, tu derîne firehiyan, Li min were rehmê, goh bide dua min. |
| 2 |
| Ey mirovno, hûnê heta kîngê, Rûmeta min vegerînin şermê? Hûnê heta kîngê, ji tiştê vala hez bikin, Û bi pey derewan bikevin? |
| 3 |
| Bizanin ku Xudan, yê dîlsoz ji bo xwe veqetandiye, Kengê ez bang bikimê, ew min dibihîze. |
| 4 |
| Ji hêrsê bilerizin; belê guneh nekin. Di nav nivînên xwe de kûr li ser vê yekê bifikirin, hiş bin. |
| 5 |
| Qurbanên rastiyê bidin, Bi Xudan ewle bin. |
| 6 |
| Yên ku dibêjin «Wê kî bi me qenciyê bike?» gellek in. Bi ronahiya rûyê xwe, me ronahî bike ya Xudan! |
| 7 |
| Te şahiyek wisa kir dilê min, wisa pirr, Ji ya ku ew, ji firehiya genim û şeraba teze distînin bêtir. |
| 8 |
| Ezê bi aştî xwe vezelînim û rakevim, Çimkî tenê tu, ya Xudan, Di ewlehiyê de min didî rûniştin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/004.mp3
150
4