Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Xwezî bi wî, ku xwedî dertê li hejaran! Di roja xerab de, wî xelas dike Xudan. |
| 2 |
| Xudan wî digire, dide wî jiyan, Li welat wî dilgeş dike, Wî nade destê dijminan. |
| 3 |
| Di dema bêtaqetiyê de, Xudan ji bo wî dibe destek, Di nexweşînê de ji bo wî tîne sihet. |
| 4 |
| Min got, «Li min were rehmê ya Xudan! Şîfa bide min, çimkî min li pêş te kir gunehan!» |
| 5 |
| Dijminên min, bi xerabî dipeyivin li hember min, Dibêjin «Wê kîngê bimire û navê wî rabe.» |
| 6 |
| Çaxê tên dîtina min, gotinên vala dikin, Bi dilê xwe fesadiyê dicivînin, Bi derketina derve re, wê li hember min dixebitînin. |
| 7 |
| Hemû yên ku nefret dikin ji min, Dibe piste pista wan li dijberî min. Xerabiyê difikirin ji bo min. |
| 8 |
| Dibêjin, «Va ye belak xerab hat serê wî, Ew raza û hew radibe êdî.» |
| 9 |
| Yê ku nanê min xwar, dostê min ê nêzik û ewledar, Bêbextî li min kir. |
| 10 |
| Belê tu ya Xudan, li min were rehmê, min rake. Da ku ez ji heqê wan werim der. |
| 11 |
| Gava ku dijminê min, pesnê xwe nede li hember min, Hingê ezê bizanibim ku tu hez dikî ji min. |
| 12 |
| Ji ber durustiya min, tu dibî alîkarê min, Tu hergav min digrî li huzûra xwe. |
| 13 |
| Xwedayê Îsraêlê, Xudan, Ji destpêkê heta bi hetayê pîroz be! Amîn û amîn! |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/041.mp3
150
41