Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ji dilê min gotinên xweş difûrin, Ji bo padîşah ez dibêjim helbestan, Zimanê min wek qelema nivîskarek hosta. |
| 2 |
| Tu herî xweşikê mirovan î, Kerem belav bûye li ser lêvên te seranser. Ji bo vê Xwedê te, pîroz kiriye her û her. |
| 3 |
| Ey şervanê mêrxas, tu bi rewnakî û berziya xwe, Şûrê xwe, li navtenga xwe bipêçe. |
| 4 |
| Di riya rastî û dadperweriyê de, Bi berziya xwe li serketinê siwar be, Bila destê te yê rastê, karên tirsdar hîn bikin. |
| 5 |
| Tîrên te tûj in, Ew di dilê dijminên padîşah de ne, Milet di bin lingê te de ne. |
| 6 |
| Textê ji Xwedê ye, hergav û her û her e, Gopalê padîşahiya te gopalê rastiyê ye. |
| 7 |
| Tu hez dikî ji rastiyê, nefret dikî ji xerabiyê. Ji ber vê yekê Xwedê, Xwedayê te, Te bi donê şahiyê, Ji hevalên te bêtir don kir. |
| 8 |
| Bîhna mûr, ud û darçinê ji kincên te tê; Li qesrên ji diranên fîl, tembûr te şa dikin! |
| 9 |
| Keçên padîşahan di nav jinên te yên bi rûmet de, Şahbanû, di nav zêrê Ofîr de li milê te yê rastê. |
| 10 |
| Gohdar be ey keçê, binêre, goh bide, Gelê xwe, mala bavê xwe jî jibîr bike. |
| 11 |
| Û padîşah, wê rindiya te bixwaze, Ew e mîrê te, li pêş wî bitewe. |
| 12 |
| Ey keça Sûrê, Wê dewlemendên welat diyariyan bînin, da ku kerema te bistînin. |
| 13 |
| Keça padîşah di hundir de, bi berzî û biriqandin, Lîbasê wê bi zêran hatiye honandin. |
| 14 |
| Wê bi kincên nexişandî dertînin ba padîşah, Li pey wê keç û hevalên wê yên keçîn tên. |
| 15 |
| Ewê wê bibin bi kêf û bi şahî, Da ku têkevin qesra padîşahî. |
| 16 |
| Wê kurên te, ey padîşah, wê bistînin cihê bav û kalên te, Tê wan bikî serok li tevahiya welat. |
| 17 |
| Ji nifşan heta nifşan, ezê navê te bidim bihîstin, Di nav miletan de her û her pesnê te bê dayin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/045.mp3
150
45