Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Xwedê stargeh û hêza me ye, Di tengahiyê de hergav amade û alîkarê me ye. |
| 2 |
| Ji ber vê yekê, dinya serobino bibe, Çiya biqelibin himêza deryayan, |
| 3 |
| Av bilind bibin, li hev biqelibin, Bi nepixîna wan derya bilerizin, em natirsin. |
| 4 |
| Çemek heye ku ava wê, şahiyê tîne bajarê Xwedê, Şa dike mala pîroz a Berzê Berzan. |
| 5 |
| Xwedê di nav wî de, Nalerize ew bajar. Berdestî sibê, Xwedê tê alîkariya wê. |
| 6 |
| Milet digurmijin, welat hejiyan, Wî deng da, dinya heliya. |
| 7 |
| Xudanê ordiyan bi me re ye, Xwedayê Aqûb birca me ye. |
| 8 |
| Werin û bibînin karên Xudan, Xerakirina ku wî anî ser erdan. |
| 9 |
| Şeran dide rawestin li çar aliyên dinê, Kevan dişikêne, perçe dike riman. Dişewitîne erebên cengê, bi agiran. |
| 10 |
| «Bîhnfireh bin û bizanibin ku ez im Xwedê, Ezê bilind bibim li nav netewan, Bilind bibim li rûyê erdê!» |
| 11 |
| Xudanê ordiyan bi me re ye, Xwedayê Aqûb birca me ye. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/046.mp3
150
46