Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Xudan mezin e û li bajarê Xwedayê me, Li çiyayê wî yê pîroz, hêjayî spaskirinê ye. |
| 2 |
| Bajarê padîşahê mezin ê li bakûr, Çiyayê Sîyonê yê xweş bilind, Şahiya hemû erdê ye. |
| 3 |
| Xwedê xwe li kelehên wî, Wek birceke bilind da bihîstin. |
| 4 |
| Padîşah civiyan, Bi hev re bi ser Sîyonê ve meşiyan. |
| 5 |
| Belê bi dîtina wê şaş man, Tirsiyan û zû reviyan. |
| 6 |
| Li wir, lerizînekê bi wan girt. Janekê bi wan girt, wek jina ku zarok tîne. |
| 7 |
| Bi bayê rojhilat, Tu dişînî keştiyên Tarşîş. |
| 8 |
| Li bajarê Xudanê ordiyan, Li bajarê Xwedayê me, Me çawa bihîst, me wisa dît. Wê Xwedê, her û her biparêze vî bajarî. |
| 9 |
| Ey Xwedê, li perestgeha te, Em fikirîn kerema te. |
| 10 |
| Ey Xwedê, wek navê te, Gihîşt çar aliyên dinê pesnê te. Tije ye, destê te yê rastê ji edaleta te. |
| 11 |
| Bila bi dadbariya te, Şa be Çiyayê Siyonê, Dilşa bin keçên Cihûda! |
| 12 |
| Li der û dora Siyonê bigerin, Bircan bijimêrin, |
| 13 |
| Baş li sûrên wê binêrin, Li kelehên wê temaşe kin, Da ku hûn ji nifşên nû re bêjin. |
| 14 |
| Ev Xwedê, hergav û her û her Xwedayê me ye, Heta mirinê ew rêberê me ye. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/048.mp3
150
48