Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Goh bide gotinên min, ya Xudan, Axînên min bibihîze. |
| 2 |
| Feryada min bibihîze, ey Padîşah û Xwedayê min! Çimkî, ji te re ye dua min. |
| 3 |
| Serê sibê tu dibîhîzî dengê min, ya Xudan, Her sibe ji te re dua dikim, bi hêvî li benda te dimînim. |
| 4 |
| Çimkî tu ne ew Xweda yî ku ji xerabiyê hez dike, Xerabî li ba te cih nake. |
| 5 |
| Pozbilind li pêş te cih nabînin, Hemû gunehkar nefreta te dibînin, |
| 6 |
| Tu derewkaran dikî tune, Ji zilamê xwîndar û hîlekar, Ya Xudan, tu çiqas aciz î, hawar! |
| 7 |
| Belê ezê, bi wê kerema te ya mezin, Di hundirê mala te kevim, Bi tirs serî li ber perestgeha te ya pîroz deynim. |
| 8 |
| Ya Xudan, ji ber dijminên min, Di rastdariya xwe de rê nîşanî min bide, Riya xwe rast bike li ber min. |
| 9 |
| Çimkî rastî ji devê wan dernakeve, Tije xerabî ye dilê wan, Gora vekirî ye gewriya wan, Tenê xwe xweşkirin e ya wan. |
| 10 |
| Ya Xwedê, wan sûcdar derîne! Bike ku planên wan hilweşin. Berî wan de, ji ber serhildanên wan ên bêhejmar, Çimkî ew li hember te bûn serhildar. |
| 11 |
| Her kesê ku xwe davêje te bila şa be, Bila herdem şa û dilgeş be. Çimkî tu diparêzî wan. Hezkiriyên navê te, bila têr şabin bi te. |
| 12 |
| Çimkî, tu yê rast pîroz dikî, ya Xudan, Bi kerema xwe dora wan tije dikî, wek mertalan. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/005.mp3
150
5