|
| 1 |
|
| Ew, Xwedê, Xudan dibêje; Bang li hemû erdê dike, Ji dera ku roj hiltê û heta dera ku diçe ava. |
|
| 2 |
|
| Li bendava rindiyê, li Siyonê, Dibiriqe Xwedê. |
|
| 3 |
|
| Xwedayê me tê, bêdeng namîne, Agirê li pêş wî dişewitîne, Û der û dora wî bager û bahoz. |
|
| 4 |
|
| Da ku gelê xwe dîwan bike, Ew bangî ezmanê jor û erdê dike: |
|
| 5 |
|
| «Li pêş min bicivînin evdên min ên dilsoz, Yên ku bi gorîdanê ji min re dane soz.» |
|
| 6 |
|
| Ezman rastiya wî didin bihîstin, Çimkî dadbar Xwedê bi xwe ye. |
|
| 7 |
|
| «Ey gelê min gohdar be ez bêjim, Ey Îsraêl, ez ji te re şahidî bikim: Ez Xwedê me, Xwedayê te ez im!» |
|
| 8 |
|
| Ji ber qurbanên te ez erzê te naşkînim, Goriyên te yên şewitandî, hergav li pêş min in. |
|
| 9 |
|
| Ez ne ji mala te boxeyan, Ne jî ji gomên te bizinan dibim. |
|
| 10 |
|
| Çimkî heywanên hemû daristanan, Yên min in, dewarên li hezaran çiyan. |
|
| 11 |
|
| Bi hemû çivîkên çiyan ez dizanim, Yên min in, pezkuviyên çolan. |
|
| 12 |
|
| Ez birçî bibûma, min ji te re nedigot, Çimkî hemû dinya û tijebûna wê ya min e. |
|
| 13 |
|
| Ma ez goştê boxeyan dixwim? An xwîna bizinan fir dikim? |
|
| 14 |
|
| Tu goriya spasiyê pêşkiş bike Xwedê, Sozên ku te dane Yê Herî Berz, bîne cih. |
|
| 15 |
|
| Di roja xwe ya teng de gazî min bike, Ezê te rizgar bikim, tê rûmetê bidî min. |
|
| 16 |
|
| Belê Xwedê, ji yê xerab re dibêje: «Bi çi mafî tu ji qanûna min qal dikî, An peymana min digirî devê xwe? |
|
| 17 |
|
| Tu ji hîndariya min nefret dikî, Û gotinên min davêjî pişt gohê xwe. |
|
| 18 |
|
| Gava ku tu dizekî dibînî, tu bi wî re li hev dikî, Bi zînakaran re dibî hevpar. |
|
| 19 |
|
| Devê xwe serbest berdidî bo xerabiyê, Bi zimanê xwe dikî hîlekariyê. |
|
| 20 |
|
| Tu rûdinî, diaxivî li hember birayê xwe, Buxtanan davêjî kurê diya xwe. |
|
| 21 |
|
| Te ev kirin, ez bêdeng mam, Te got qey ez wek te me. Belê ez erzê te dişikînim, Hemû sûcên te li ber te datînim. |
|
| 22 |
|
| «Vê fêm bikin, hûn, ey yên Xwedê ji bîr kirine! An ezê we perçe bikim, kesî we rizgar ke nîne. |
|
| 23 |
|
| Her kî ku bide goriya spaskirinê, ew min bi rûmet dike; Yê ku li riya rast diçe, ezê rigarkirina xwe nîşanî wî bidim.» |
|
|
|
|