Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Bêaqil, di dilê xwe de got, «Xwedê tune!» Mirov xera bûn, karên xerab serê xwe hildan û çûn, Kesî ku qenciyê bike tune. |
| 2 |
| Xwedê ji ezmanan li mirovan nêrî, Ka gelo yekî jîr û li Xwedê digere heye. |
| 3 |
| Hemû averê bûn, Bi hev re murdar bûn, Kesî ku qenciyê dike tune. Tenê kesek! |
| 4 |
| Yên ku fesadiyê dikin, ma nizanin? Ku ew gelê min wek nan dixwin, Û ew bangî Xwedê nakin. |
| 5 |
| Ewê, li dera ku tirs lê tune pirr bitirsin, Çimkî wê Xwedê, hestiyên yên ku dor li te pêçane bişikîne, Ewê şermî bibin, çimkî Xwedê ew ji xwe avêtin. |
| 6 |
| Xwezî rizgariya Îsraêlê ji Siyonê bihata! Gava ku Xwedê gelê xwe ji surgûnê bi şûn ve bîne, Wê Aqûb şa be û Îsraêl di şahiyê de bimîne. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/053.mp3
150
53