Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Li min were rehmê ey Xwedê, Çimkî mirov dixwazin min dabelînin, Her roj bi şer, êrîşan bi ser min de tînin. |
| 2 |
| Dijminên min, her roj min dipelçiqînin, Gellek ji wan, li hember min şer dertînin. |
| 3 |
| Di roja tirsê de ez bi te ewle me. |
| 4 |
| Ji Xwedê re, ku ez pesindarê peyva wî me, Ez bi wî ewle me, ez natirsim. Mirov dikare çi bike bi min? |
| 5 |
| Her roj, ew gotinên min berevaji dikin, Li ser min fikra wan hergav xerabî ye. |
| 6 |
| Li hev dicivin, kemîn datînin, Dixwazin canê min bistînin. |
| 7 |
| Ma ewê, xelas bibin ji xerabiyê? Ey Xwedê, bi xezeba xwe miletan bîne xwarê! |
| 8 |
| Te êş û jana min hesiband, Hêstirên çavên min di meşka xwe de civand! Ma te ew di kitêba xwe de nenivîsand? |
| 9 |
| Roja ez bang bikim, Dijminên min, wê bi şûn ve vekişin. Ez dizanim, Xwedê ji alî min e. |
| 10 |
| Xwedê, ku ez pesindarê peyva wî me, Xudan, ku ez pesindarê gotina wî me, |
| 11 |
| Ez bi Xwedê ewle me, ez natirsim; Ma mirov dikarin çi bikin bi min? |
| 12 |
| Ey Xwedê, ez sozên xwe ji te re tînim cih, Niha ezê goriyên spasiyê bidim te. |
| 13 |
| Çimkî te canê min ji mirinê rizgar kir, Lingê min ji terpilînê parast; Va ye ez di ronahiya jînê de, Li pêş Xwedê rêve diçim. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/056.mp3
150
56