Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ey Xwedê, tu yî Xwedayê min, Ez li te digerim, Canê min tiyî te bûye, Li diyarekî çol, westa û bêav, Bedena min bêriya te dike. |
| 2 |
| Ji bo ku ez bibînim hêz û berziya te, Di dera pîroz de min nihartiye li te. |
| 3 |
| Ji jiyanê qenctir e kerema te, Lêvên min ji bo te didin spasî. |
| 4 |
| Heta ez hebim ezê pesnê te bidim, Bi navê te ezê destê xwe bilind bikim. |
| 5 |
| Wek bi mêjî û rûn têr bibim, wê canê min têr bibe, Wê devê min, bi lêvên min bi şahî ji te re şikir bike. |
| 6 |
| Çaxê ez te, di nav nivînan de bibîr tînim, Di dirêjiya şevê de, ez te kûr difikirim. |
| 7 |
| Çimkî tu ji min re bûyî alîkar, Di bin siya bazkên te de bi şahî dibim spasdar. |
| 8 |
| Canê min bi daxwaz li dû te baz dide, Destê te yê rastê ji min re dibe alîkar. |
| 9 |
| Belê yên ku dixwazin canê min bistînin, Ewê korta bin erdê bibînin, |
| 10 |
| Ewê bîkevin ber devê şûr, Ji çeqelan re bibin par. |
| 11 |
| Belê wê padîşah bi Xwedê şa be. Yên ku bi navê wî sond dixwin, wê pesnê xwe bidin, Lê ewê devê derewkaran bê girtin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/063.mp3
150
63