Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Di lavakirinê de, dengê min bibihize ey Xwedê, Ji tirsa dijmin biparêze jîna min. |
| 2 |
| Ji şêwrên dizî yên xeraban, Tu min veşêre ji welwela fesadan. |
| 3 |
| Ew ku, zimanê xwe wek şûr tûj kirine, Tîrên xwe wek gotinên tal ava kirine, |
| 4 |
| Da ku ji dera veşartî, bavêjin zilamê gihîştî. Ji nişka ve, bê tirs davêjin wî. |
| 5 |
| Di karê xerabiyê de ew wêrek in, Kozikên veşartî dişêwirin, «Ma wê kî bibîne?» dibêjin. |
| 6 |
| Li fesadiyê digerin, «Me planek bêqusûr çêkir!» dibêjin. Dil û hundirê her yekî ji wan kûr e. |
| 7 |
| Belê wê Xwedê, bavêje wan tîran, Ji nişka ve birindar bike wan. |
| 8 |
| Wê zimanê wan, wan bibe xerabûnê, Yên ku wan bibînin, wê serê xwe bi wan bihejînin. |
| 9 |
| Wê hemû mirov bitirsin, Karê Xwedê bidin bihîstin, Ya ku wî kiriye bifikirin. |
| 10 |
| Yê rast wê bi Xudan şa be, Xwe bispêre wî, Hemû dilên paqij wê bidin pesnê wî. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/064.mp3
150
64