Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Li Siyonê şikir li benda te ye, ey Xwedê, Sozên ku ji te re hatine dayin, wê bên cih. |
| 2 |
| Ey tu, yê ku duayan dibihîze, Wê hemû mirov bên ba te. |
| 3 |
| Guneh zora min dibin, Herçî serhildanên me ne, tu wan dibexşînî. |
| 4 |
| Xwezi bî wî mirovî, ji bo ku li hewşa te rûnê, Te ew bijart û nêzikî xwe kir! Em bi qenciya mala te, Perestgeha te ya pîroz têr dibin. |
| 5 |
| Ey tu, Xwedayê rizgariya me, Di dadperweriyê de, Bi karên tirsdar didî bersîva me. Ey tu, yê li çaraliyên dinyayê, Hêviya wan ên dûr ên li ser deryayê; |
| 6 |
| Bi hêzê rapêçandî, Bi hêza xwe çiyayan şidandî, |
| 7 |
| Yê ku xumîna deryayan, Xumîna pêlan, Û tevliheviya miletan dide rawestan tu yî. |
| 8 |
| Yên ku rûdinên li wî kujê dinê, Ditirsin ji karên te yên nedîtî. Ji rojhilat heta rojava, Tu wan bi şahî didî qêrîn. |
| 9 |
| Tu erdê ditoqlinî û wê av didî, Tu wê di nav dewlemendiyê de dihêlî. Çemê Xwedê bi avê tije ye, Çaxê te axê amade kir, Genimê mirov tu amade dikî: |
| 10 |
| Xetên halet tu têr av didî, Axa wan tu sererast dikî, Axê bi baranê dinermijînî, Bereketê didî berên wan. |
| 11 |
| Bi qenciyên xwe, tu tacegul datînî ser salê, Ji şopên te bereket dibare, |
| 12 |
| Çolên te çêre didin, Û gir di şahiyê de dimînin. |
| 13 |
| Mêrg bi keriyan tên nixamtin, Berrî bi genim tên pêçandin, Bi şahî diqîrin, lavijan dibêjin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/065.mp3
150
65