Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Bila Xwedê rabe, dijminê wî belav bibin, Yên ku jê nefret dikin, ji ber wî birevin! |
| 2 |
| Bila wan belav ke, wek dûyê belavbûyî; Wek şimaya ku li ber agir dihele, Bila yên xerab li ber Xwedê nemînin! |
| 3 |
| Bila yên rast şa bibin, Li pêş Xwedê bikin şahî, Bi şabûnê bihna xwe vedin. |
| 4 |
| Ji Xwedê re lavijan bêjin, pesnê navê wî bidin, Ji siwarê ku çolê derbas dibe re, rê çêkin; Navê wî Xudan e, li pêş wî bikin cejn! |
| 5 |
| Xwedê, li warê xwe yê pîroz, Bavê sêwiyan, xwedanê jinebiyan e. |
| 6 |
| Xwedê, mala bêkesan ava dike, Dîlan dertine firehiyê, Belê serhildêr li dera ziwa rûdinên. |
| 7 |
| Ey Xwedê, gava ku tu derketî pêşberî gelê xwe, Çaxê tu li çolê rêve çûyî, |
| 8 |
| Erd hejiya, Asîman li pêş Xwedê dilop kir, Li pêş Xwedê, li pêş Xwedayê Îsraêlê, Sîna jî lerizî. |
| 9 |
| Te baranên baş barandin, ey Xwedê, Gava ku westiya, te hêz da axa xwe. |
| 10 |
| Gelê te li wê derê rûnişt, Te qenciya xwe, ji dilşikestiyan re amade kir, ey Xwedê. |
| 11 |
| Reb ku da ferman, Ordiyeke jinan mizgînî da: |
| 12 |
| «Direvin, direvin padîşahên ordiyan! Jinên malê, parî dikin malê talanê. |
| 13 |
| Heta ji bo yên we yên li gomê vezeliyayî, Kevokeke bazkzîvîn, Û purtên wê bi zêrê zer rapêçandî heye.» |
| 14 |
| Gava ku Karîndar, padîşah belav kirin, Tê bêjî, li Çiyayê Salmonê berf dibariya. |
| 15 |
| Çiyayê Basan çiyayê berz e! Çiyayê Basan bilind û bi gopît e! |
| 16 |
| Ey çiyayên bilind, bo çi hûn awiran didin, Çiyayê ku Xwedê ji bo xwe bijartiye? Erê, wê Xudan her û her li wê derê rûnê. |
| 17 |
| Erebên Xwedê yên şer bîst hezar, hezar caran hezar in, Reb di nav wan de ye, wek Sînayê di nav pîroziyê de ye. |
| 18 |
| Tu hilkişiyayî jor, te yên dîl, dîl kirin, Ya Xudan Xwedê, ji bo ku tu li wê derê rûnêyî, Te ji mirovan û heta ji serhildêran jî diyarî sitandin. |
| 19 |
| Rebê ku her roj barê me dikişîne, Xwedayê ku rizgariya me ye, pîroz be. |
| 20 |
| Xwedayê me Xwedayê rizgarkirinê ye, Tenê Rebê me Xudan, dikare ji mirinê xelas bike. |
| 21 |
| Belê Xwedê serê dijminên xwe, serê wan ê bi pirç, Serê yên ku di nav gunehan de digerin dipelçiqîne. |
| 22 |
| Reb got, «Ezê wan ji Basanê şûn ve bînim, Ezê wan ji kûrahiya deryayan şûn ve bizivirînim, |
| 23 |
| Da ku, tu lingê xwe di xwînê bidî, wan bipelçiqînî, Da ku zimanê seyê wan, ji dijminê te para xwe bistînin.» |
| 24 |
| Ey Xwedê, wan meşa te ya karwanî dît, Wan dît ku Xwedayê min, padîşahê min ket dera pîroz. |
| 25 |
| Di nav keçên ku li tefê dixin de, Li pêş yên ku dixwînin, li paş yên ku li saz dixin meşiyan. |
| 26 |
| «Ey hûn, yên ku ji kaniya Îsraêl in, Di civînên xwe de pesnê Xwedê, pesnê Xudan bidin!» |
| 27 |
| Padîşahê wan Benyamînê biçûk, Bi zilamên xwe re serokên Cihûdayê, Serokên Zebûlûn, serokên Naftalî li wir in! |
| 28 |
| Xwedayê te, hêza te emir kir, Ya ku te ji bo me kirî, asêtir bike, ey Xwedê! |
| 29 |
| Ji bo xatirê perestgeha te ya li Orşelîmê. Wê diyariyan ji te re bînin padîşah. |
| 30 |
| Heywanê kûvî yê ku di nav çilqan de dijî, Kulinçeyên zîv di bin lingan de dipelçiqîne. Tu erzê garana ga û golikên miletan bişikîne, Miletên şerhez ji hev biqetîne! |
| 31 |
| Wê ji Misirê diyarî werin, Hebeş, wê zû destê xwe ji Xwedê re vekin. |
| 32 |
| Ey padîşahiyên erdê, ji Xwedê re lavijan bêjin, Bi lavijan pesnê Reb bidin, |
| 33 |
| Ji yê li ezmanan, li ezmanên kevin siwar bûye re lavijan bêjin. Va ye dengê wî, dengê wî yê bi hêz bilind dibe! |
| 34 |
| Hêza Xwedê binasin; Berziya wî li ser Îsraêlê ye, Hêza wî li ezmanan. |
| 35 |
| Tu çi bi heybet î, ey Xwedê, li perestgeha xwe! Xwedayê Îsrailê, ku hêz û pêkarî dide gelê xwe, Pîroz be! |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/068.mp3
150
68