Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ez xwe dispêrim te ya Xudanê min, Xelas ke min ji wanên ku ketine pey min. Azad ke! |
| 2 |
| Eger ku nebe xelaskarekî min, Wek şêran, Wê perçe bi perçe bikin canê min. |
| 3 |
| Ya Xudan Xwedê, eger min ev kiribe: Eger di destê min de, hebe neheqî, |
| 4 |
| Bêbextî kiribe min bi dostê xwe re, Û bê sedem şêlandibe dijminê xwe, |
| 5 |
| Bila bi pey min bikeve dijminê min, Min bigire û li erdê xe, Bipelêxe canê min, Û binpê ke rûmeta min. |
| 6 |
| Bi hêrs rabe, ya Xudan! Bilind bibe li hember xezeba dijminên min! Hişyar bibe ji bo min! Edaletê tu emir bike. |
| 7 |
| Bila li te bicivin, koma netewan hawirdor, Tu wan îdare bike ji qata jor. |
| 8 |
| Li miletan hukum dike Xudan, Li min jî hukum bike ya Xudan! Li gor rastî û durustiya min. |
| 9 |
| Ey Xwedayê rast! Bila dawiya xerabiya xeraban bê, Belê rastan ava ke. Tu ku, dil û aqilan diceribînî. |
| 10 |
| Xwedê mertalê min e, Xelaskarê dilpaqijan e. |
| 11 |
| Dadgerek rast e Xwedê, Erê Xwedayek ku, her roj hêrsê dibarîne. |
| 12 |
| Eger ku venegere însan, Xwedê tûj dike şûran, Bi kişandina kevan, rast dike li armancan. |
| 13 |
| Amade ne çekên wî yên mirinê, Tîrên wî yên şewitandinê. |
| 14 |
| Va ye yê xerab êşa xerabiyê dikişîne, Bi xerabiyê bi hemle, Derewan tîne. |
| 15 |
| Bîrek kola û ew veda, Bi xwe ket çala ku veda. |
| 16 |
| Xerabiya wî tê serê wî, Zordariya wî ket ser wî. |
| 17 |
| Sipasdar im ji bo rastiya Xudan, Lavijan dibêjim ji bo navê wî yê mezin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/007.mp3
150
7