|
| 1 |
|
| Ya Xudan, ez xwe dispêrim te, Tu min nede şermê her û her! |
|
| 2 |
|
| Bi rastdariya xwe tu min azad ke, Goh bide min, min rizgar ke! |
|
| 3 |
|
| Tu bibe zinarê min ê starê, Da ku ez hergav bêm te; Te emir da ji bo rizgarkirina min, Çimkî tu yî zinar û kela min. |
|
| 4 |
|
| Ey Xwedayê min, tu min xelas ke, Ji destê zilamê xerab, fesad û xedar! |
|
| 5 |
|
| Çimkî hêviya min tu yî, ya Reb Xudan, Ji xortaniya xwe ve, yê ez pê ewle me tu yî. |
|
| 6 |
|
| Ji roja ku ez çêbûm vir ve, tu ji min re bûyî destek, Te ez ji malzaroka diya min deranî û anîm dinê. Sipasiya min hergav ji te re ye. |
|
| 7 |
|
| Ji bo gellekan ez wek tiştek ecêb im, Belê tu stargeha min a hêzdar î. |
|
| 8 |
|
| Pesnê te hergav li ser zimanê min, Tevahiya rojê berziya te di bîra min. |
|
| 9 |
|
| Di pîrbûnê de tu min ji xwe navêje, Gava ku ez ji taqetê ketim, tu min bernede! |
|
| 10 |
|
| Çimkî dijminên min qala min dikin, Yên ku dixwazin min bikujin, bi hev dişêwirin, |
|
| 11 |
|
| Ji hev re dibêjin, «Xwedê ew berda! Bi pey bikevin, wî bigirin, Çimkî kes wî xelas nake!» |
|
| 12 |
|
| Ey Xwedê, dûr nemîne ji min, Ey Xwedayê min, tu bi lez were alîkariya min! |
|
| 13 |
|
| Yên ku dijminên min in, bila şerm bikin, biqelin, Yên li ziyana min digerin, bila bi şermî û rezaletê bên nixamtin. |
|
| 14 |
|
| Belê ez hergav hêvîdar im, Ji bo te pesindar û spasdar im. |
|
| 15 |
|
| Dadperwerî û rizgarkirina te, Tevahiya rojê li ser devê min e Îcar hejmara wan ne karê zanîna min e. |
|
| 16 |
|
| Ezê bi karên mezin ên Reb Xudan werim, Ezê rastdariya te, tenê ya te bîr bînim. |
|
| 17 |
|
| Ey Xwedê, ji zaroktiya min ve te ez fêr kirim, Karên te yên rewnaq hê jî ez dibêjim. |
|
| 18 |
|
| Ez pîr û porsipî bibim jî, Heta ku ez hêza te ji her nifşî re, Karîna te ji hemû yên bên re nebêjim, Tu min bernede, ey Xwedê. |
|
| 19 |
|
| Ey Xwedê, rastdariya te digîhije ezman, Tu ku, te karên mezin kir, Ma kî dimîne te, ey Xwedê? |
|
| 20 |
|
| Tu ku, te gellek tengahiyên xerab nîşanî me da, Tu dîsa me vedijînî, Tu dîsa me ji kûrahiya axê dertînî. |
|
| 21 |
|
| Tê siyaneta min zêde bikî, Li min vegerî û min teselî bikî. |
|
| 22 |
|
| Ezê ji bo dilsoziya te, Bi çengê pesnê te bidim, ey Xwedayê min, Bi Lîrê, bi lavijan pesnê te bidim, Ey Pîrozê Îsraêlê! |
|
| 23 |
|
| Gava ez bi lavijan pesnê te bidim, Wê canê min û lêvên min şahiya xwe bînin ziman, Çimkî te xelas kir wan. |
|
| 24 |
|
| Wê zimanê min jî tevahiya rojê dadperweriya te bêje, Çimkî yên ku li xesara min digeriyan, Şermî bûn û rûyê wan reş bû. |
|
|
|
|