Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ey Xwedê, tu dadperweriya xwe bide padîşah, Rastdariya xwe bide kurê padîşah. |
| 2 |
| Bila gelê te bi rastdariyê, Belengazên te, bi dadperweriyê dadbar bike! |
| 3 |
| Bila çiya, firehiyê ji gel re bînin, Bila gir jî, rastdariyê! |
| 4 |
| Bila ew mafê bindestan bide, Zarokê belengazan xelas ke, Û zordaran bipelçiqîne! |
| 5 |
| Heta ku roj û heyv hebin, Bila ew, nifş li pey nifşî ji te bitirsin. |
| 6 |
| Wek barana ku li ser mêrga nûbirrî dibare, Bila ew, wek taviya ku axê av dide, bê! |
| 7 |
| Bila di rojên wî de rastdarî kulîlkan bide, Aştî bi zêdebarî hebe, heta ku heyv biqede. |
| 8 |
| Ji deryayê heta deryayê, Ji Firatê, heta kujê dinê yê din serwerî bajo! |
| 9 |
| Gelê çolê li pêş wî here ser çokan, Dijminên wî axê bialêsin. |
| 10 |
| Bila padîşahê Tarşîş û yê giravan, Jê re xeracê bînin, Padîşahên Seba û Seva diyariyan pêşkişî wî bikin! |
| 11 |
| Bila hemû padîşah li ber wî herin ser çokan, Hemû milet ji wî re evdîtî bikin! |
| 12 |
| Ew diçe hawara hejaran, Ew rizgar dike feqir û bêkesan. |
| 13 |
| Ew ber belengaz û ketiyan dikeve, Canê feqîran rizgar dike. |
| 14 |
| Ew wan ji tada û zordariyê dide berdan, Di çavê wî de, bi rûmet e xwîna wan. |
| 15 |
| Bila bijî! Û bila ji zêrê Seba bidinê; Hergav ji bo wî dua bikin, Û her roj wî pîroz bikin! |
| 16 |
| Bila, li erdê, li serê çiyan, Bi zêdebarî genîm hebe! Bila simbil wek Lubnanê berdar bin, Gelê bajêr wek giya kulîlk bidin! |
| 17 |
| Navê padîşah her û her bimîne, Heta ku roj hebe ew hebe, Bi destê wî mirov pîroz bibin, Hemû millet bêjin, «Xwezî bi wî!» |
| 18 |
| Xudan Xwedê, Xwedayê Îsraêlê pîroz be, Yê ku karên nedîtî dike, tenê ew e. |
| 19 |
| Navê wî yê berz, her û her pîroz be, Tevahiya erdê bi berziya wî tije be! Amîn! Amîn! |
| 20 |
| Duayên Dawidê kurê Îşay li vir diqedin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/072.mp3
150
72